Ji Mexmûrê peyama 'Dem dema azadiyê ye, ne dema bêdengiyê ye'

  • 13:03 4 Îlon 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, bi ko 131’an 261 roj in berxwedan didome. Çalakvanan diyar kirin ku du carî paşve gavnavêjin û gotin: "Dem dema azadiyê ye, ne dema bêdengiyê ye.”
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 131'an 261 roj in bi awayek biryardarî berdewam dike. Serdanên şêniyên Mexmûrê ji bo çalakiyê didome. 
 
‘Yên ku êrişê li me dike ji berxwedana me ditirse' 
 
Li ser navê koma gel a ku çûn serdana çalakvanan Mihemed Bîlen axifî û wiha bal kişand li ser êrişên li ser wargehê: “Di serî de em serkeftinê ji we re dixwazin. Heman demê êrişa ku li ser malên gel hat pêk hatî em şermezar dikin. Em wan hêzan û hevkarên wan şermezar dikin. Ger li ser me êriş hebin ev nîşan dide ku em xurt in. Yê ku êriş li ser me dikin ji tîfaqa me, ji berxwedana me, ji gelê me yê berxwedêr ditirsin. Ev jî nîşaneyek ya serkeftinê ye ku ji xwe re asteng dibîne. Ger îro li çiyayên Kurdistanê ev bi mehan e gerîlayên me li ber xwe didin, wê teqez bi ser kevin û serkeftin her ya me be. Li ser vê esasê car din li ser navê semta Şehît Çîçek em dibêjin heta ku em hene em ê li pêy doza xwe bin û heya ku em bigihin serkeftinê jî em ê çalakiyên xwe berdewam bikin. Em carekê din serkeftinê ji we re dixwazin.”
 
‘Em tu paşve gav navêjin' 
 
Piştî axiftina Mihemed, li ser navê çalakvanên ciwan Nergîs Kara axifî û got: "Em tu carî tecrîda li ser Rêber Apo qebûl nakin. Weke koma 131’emîn a koma ciwanan a Şehît Amara Cûdî em xêr hatina we hemûyan dikin. Ev tecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin, em qebûl nakin û em ê tu caran jî qebûl nekin. Tu caran em gav ji çalakiyên xwe nadin paş.”
 
‘Dem dema azadiyê ye’
 
Çalakvana ciwan Kurdistan Yuksel jî ji ajansa me re wiha behsa çalakiyê kir: "Ez jî weke keçekî ciwan a Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo beşdarî çalakiyê bûm. Êdî tenê ji bo me hevdîtinek têr nake. Em dixwazin weke hemû gelan serokê me di nav me de be, em wisa bijîn. Ev mafê me ye. Duh li hemberî wargeha me êrişek pêk hat lê her kes bêdeng ma. Li pêş çavên cîhanê kurd tên qetilkirin lê kes deng nake. Ji ber ku kurd nabin koleyê wan hêzan ji ber vê jî zilm li ser me tê kirin. Em jî vê zilmê qebûl nakin. Em ê heya dawiyê li ser şopa rêberê xwe bin. Ev greva birçîbûnê ne tenê ne tenê erkê dîlên azadiyê ye. Hemû kesên ku dibêje ez kurd im, li pêy azadiyê me divê xwedî li vê çalakiyê derkevin. Banga me ji bo tevahî ciwanên kurd ew e ku bila werin beşdarî çalakiyan bibin, dem dema azadiyê ye ne dema bêdengiyê ye.”