Cemiyeta Rojnamegeran: Li 3 bajaran 5 rojnameger hatin binçavkirin

  • 10:56 4 Îlon 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Cemiyeta Rojnamegeran derbarê binpêkirina mafên rojnamegeran de rapora xwe ya meha tebaxê aşkera kir û got: "Ji ber nûçeyên ku çêkirine lêpirsînên nû derbarê 8 rojnamegeran de hatine destpêkirin û doz li 4 rojnamegeran hatine vekirin. Li 3 bajaran jî 5 rojnamegeran hatine binçavkirin." 
 
Cemiyeta Rojnamegeran, rapora xwe ya meha tebaxê ya xebata raporkirinê ya bi sernavê "Bedêla Nûçeyê" aşkera kir. Di rapora ku ji aliyê Rojnamege Hayrî Demîr ve hatiye amadekirin de hatiye ragihandin ku rexmî betlaneya edlî jî zextên li ser rojnamegeran berdewam kiriye. 
 
Li gorî daneyên raporê: "Di meha tebaxê de ji ber nûçeyên ku çêkirine lêpirsînên nû derbarê 8 rojnamegeran de hatine destpêkirin û doz li 4 rojnamegeran hatine vekirin. Li aliyê din li 3 bajaran jî 5 rojnamegeran hatine binçavkirin. 
 
Di meha tebaxê de 10 sal û 5 meh û 22 roj ceza li 2 rojnamegeran hatiye birîn û bi giştî 61 rojnameger girtî ne û piştî ku cezayên li wan hatine birîn bi dawî bûne 2 rojnameger hatine berdan. Dîsa astengiyên li pêşiya rojnamegeran hatine bîr xistin û hatiye destnîşankirin ku dema şewata daristanan 15 rojnameger li ser karê xwe hatine astengkirin û êriş li wan hatine kirin."