Zarokê do li Şirnexê wesayita zirxî lê qelibî hat definkirin

  • 10:34 4 Îlon 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Zarokê bi navê Mîraç Mîroglû yê 7 salî yê do li navçeya Hezexê wesayita zirxî lê qelibî û jiyana xwe ji dest da û hat definkirin. 
 
Cenazeyê Miraç Mîroglû yê 7 salî ku li taxa Tûrgût Ozalê ya navçeya Hezexê ya Şirnexê wesayîta zirxî lê da û jiyana xwe ji dest da, piştî kirariyên otopsiyê yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê hatin kirin, hat definkirin. Cenazeyê Mîraç li Goristana Şêx Hesenê ya li navçeyê hat definkirin. Endam û rêveberên HDP’ê û bi sedan welatî beşdarî merasîma cenaze bûn. Cenazeyê Mîraç ê biçûk piştî duayên hatin kirin, ji aliyê sedan kesan ve hat veşartin.