Dîcle Uzum di bin dorpêça polîsan de hat veşartin

  • 10:26 4 Îlon 2021
  • Rojane
 
ÊLIH - Cenazeyê endama YJA Starê Dîcle Uzum ku li herêma Meydan Belekê ya girêdayî Colemêrgê di bombebarana hewayî de jiyana xwe ji dest dabû, di bin dorpêça polîsan de hat veşartin.
 
Cenazeyê endama YJA Starê Dîcle Uzum a di 26’ê Tîrmehê de li herêma Meydan Belekê ya girêdayî Colemêrgê, di êrişa bombebarana balafirên şer de jiyana xwe ji dest dabû, li bajarê xwe hat veşartin. Malbata di 27’ê Tîrmehê de çûbû Colemêrgê, ji bo cenazeyê keça xwe bigire, testa DNA’yê dabû. Malbatê piştî lihevhatina testê, duh serî li Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê dabû û cenazeyê keça xwe girtibûn û anîn Êlihê. 
 
Dîcleyê, li Goristana Asrî ya navenda bajêr di bin dorpêça polîsan de hat veşartin.