Berxwedana li dijî tecrîdê 282 roj in didome

  • 10:17 4 Îlon 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan hatibû destpêkirin di roja 282'yemîn de bi koma 50'emîn berdewam e. 
 
Di 27'ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger hatibû destpêkirin. Çalakiya ku ji 5 rojan carekê dewrî komeke din dihat kirin ji 14'ê Tîrmehê ve ji 15 rojan carekê dorveger berdewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê 282 roj in didome. Berxwedana girtiyan bi koma 50'emîn ve berdewam dike. 
 
Çalakî li Yewnanistanê di roja 244'an de ye
 
Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike. Ev çalakî jî di roja 244'an de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengtiya berxwedanê dikin.