Jinên cîhanê dikarin li dijî şer xwe bi rêxistin bikin

  • 09:05 4 Îlon 2021
  • Rojane
 
Melîke Aydin 
 
ÎZMÎR - Ji jinên Aştiyê yên Foçayê Sultan Bozkurt diyar kir ku dewletên mêtînger ên şer derdixin ewil jin û zarokan di nav şer de dihêlin û got zehmet be jî divê jin di asta ku zexta navneteweyî ava bike de, bikaribin xwe bi rêxistin bikin. 
 
Ji Jinên Aştiyê ya Foçayê Sultan Bozkurt da zanîn ku şer ji aliyê dewletên mêtînger ve tê derxistin û ewil jin û zarok di hawira şer de tên hiştin û zehmet be jî divê jin di asta ku zexta navneteweyî ava bike de, bikaribin xwe rêxistin bikin. Sultanê daxuyakirin ku ji bo vê jin divê li dijî gotinên şer aştiyê rêxistin bikin.
 
Jin dikarin rêxistinbûna navneteweyî pêk bînin 
 
Sultanê her wiha bi lêv kir ku di seranserê dîrokê de li Rojhilata Navîn û herî dawî jî li Afganîstanê ji ser nasnameyên etnîk û baweriyan şer tê meşandin û di esasê de bi stratejiya parçe bikin ev welat tên binpêkirin. Sultanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Welatên binpêker ewil jin û zarokan di nav şer de dihêlin. Hiqûqa gerdûnî tê binpêkirin, binpêkirinên mafan li ber çavên hemû cîhanê tê legalkirin. Jin dikarin  zexteke navneteweyî ava bikin û rêxistinbûnê pêk bînin. Ji ber ku aştî dide jiyîn, jin dide jiyîn, bawerî her cureyê zextê ji holê radike. Divê tu car li dijî siyaseta mêr a ku yekîtiya gelan asteng dike, baweriya jinan têk neçe.”
 
Divê bernameyên çandî bên zêdekirin
 
Sultanê her wiha destnîşan kir ku di civaka Tirkiyeyê de avakirina çanda aştiyê her diçe zehmet dibe û di êrîşên li hember kurdan de, yên ku Tirkiyeyê bi rê ve dibin, polîtîkayên wan ên bi israr û berfireh ên xwe dispêre mafê mirovan tune ne. Sultanê wiha pê de çû: “Li herêmê polîtîkayek aştiyane nayê şopandin û  penaberan wek alava bazarê dinirxînin. Ji ber vê  pirsgirêk dertên û di nûçeyên şaş ên çapemeniyê de tên weşandin de nîjadperestî û cudakariyên mezin dike. Têkçûna aboriya welat jî dijminahiya li hember penaberan zêde dike. Ji bo ev pirsgirêk bên çareserkirin divê bernameyên çandî bên zêdekirin.”
 
‘Divê jin li dijî gotinên şer aştiyê rêxistin bikin’
 
Sultanê her wiha bal kişand ser rêxistinbûnê û got:“Li Tirkiyeyê li dijî gotinên şer divê jin bi sekna aştiyane li her derê xwe rêxistin bikin. Jinan di dîroka cîhanê de gelek caran di şer de bi helwesta xwe piştgirî dane aştiyê û rêxistinbûyinê û pêngavek din pêş ve birine. Bi vî hawî dengê xwe dane bihîstin. Em Jinên Aştiyê ya Foçayê jî çi ji destên me bê em ê bikin. Ji bawerî û îdeolojiyên cuda jin dikarin bên gel hev û hêza xwe mezin bikin û bi rêxistinên jinan re van gotinan di civakê de bidin bihîstin.”
 
Sultanê di dawiya axaftina xwe de jî anî ziman ku li dijî zîhniyeta ku rêxistinbûnê asteng dikin, hewl didin ku yekîtiya jinê di asta aştiyê de ava bikin.