Kesên ku di dema qedexeyan de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn

  • 18:20 3 Îlon 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Di 6'emîn salvegera qedexeya derketina derve ya li Cizîrê de, HDP, TJA û malbatên ku xizmên xwe windakirinê çûn serdana goristanan. 
 
Li navçeya Cizîr a Şirnexê kesên di dema qedexeyên derketina kolanan de jiyana xwe ji dest dabûn di 6'emîn salvegera qedexeyan de hatin bibîranîn.  Bi tevlîbûna Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Hasan Ozgûneş, rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyan, aktîvîstên TJA’yê û malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan, 21 kesên di dema qedexeya ku di 4'ê îlona 2015'an de hatibû îlan kirin de jiyana xwe ji dest dabûn li ser gorên wan hatin bîranîn.
 
Piştî duayên hatin xwendin, Hasan Ozgûneşî HDP’yî axivî û 21 kesên jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anî. Hasan, qedexeya ku di 4’ê Îlonê dest pê kir û heta 12’yê Îlonê berdewam kir  û got: " Ev komkujî ji aliyê AKP û hevkarê wî FETO’yê ve hatiye kirin. Erdogan bi xwe got 'jin, zarok, ciwan bin lê bidin'. Ji ber vê yekê 21 mirovên me di qedexeya 9 rojê de hatin qetilkirin. Bi awayek bêedaletî, bêhiqûqî, bêwicdan hatin kuştin. Piştî wê qedexeyê şûnde qedexeya dirêj dest pê kir û nêzî 300 kes hatin kuştin. Cizîr, Silopiyê, Şirnexê, Gever, Amed û gelek cihên din heman hovîtî hat jiyîn.”
 
‘Em ê wan bişînin sergoya dîrokê’
 
Hasan, dawiya axaftina xwe de got têkoşîna wan li hemberê zilmê, bêhiqûqî, kiryarên dijî nirovahiyê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Demek nêz de hilbijartin çêbibin gelê Tirkiye û kurd îktîdara AKP’ê û hevkarên wî yên ku ev qas qirêjiyê kir, em ê wan bi awayek demokratîk bişînin sergoya dîrokê. Hesabê hemû qirêjiyên wan bên pirsîn. Em cangoriyên xwe ji bîr nakin. Zilma wan nikare me bitirsîne. Azadî û serkeftin, aştî û demokrasî wê bi têkoşîna me pêk were. Berxwedan jiyane, şehît namirin.”
 
Serdana goristanan, bi danîna qurnefîlan bi dawî bû.