Li Rihayê zarokek bi îşkenceyê hat kuştin
- 14:18 3 Îlon 2021
- Rojane
RIHA - Li Eyyubiyeyê mêrê bi navê Mohammad Dwla zaroka xwe ya 13 salî bi îşkenceyê kuşt.
Li taxa Şêxmahsût a navçeya Eyyubiyê ya Rihayê zaroka 13salî ya bi navê Amara Dwla ji aliyê bavê xwe Mohammad Dwla hat kuştin.
Mohammad Dwla, ewilî tundî li Amara Dwla kir û pişt re jî bi madeyek sotemenîyê ew şewitand. Şêniyên derdorê agahî dan û polîs û tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê. Ekîbên tendirustiyê Amara rakirin Avahiya Haliliyê ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akif Înan a Rihayê. Lê tevî hemû mudaxileyan jî Amara nehat rizgarkirin.
Piştî bûyerê Mohammad Dwla û apê wî hatin binçavkirin.