Li Mexmûrê koma 131'an greva birçîbûnê dewr girt

  • 13:38 3 Îlon 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, îro koma 131’an çalakî dewr girt û çalakî 260 roj in didome. 
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ku 260 roj in bi awayek biryardarî berdewam dike îro koma 131’an çalakî dewr girt. 
 
Di dewrigirtinê de li ser navê koma 130’an Zenura Babat daxuyanî xwend û got: "Di serî de em weke koma 130’emîn xêr hatina tevahî gelê xwe dikin. Weke tê zanîn dijmin bê ku pîvanên mirovahiyê bigre ber çavan bi çavsoriyekê mezin êrişên xwe berdewam dike. Bi taybetî li ser netewa kurd ango gelê azadîxwaz weke tê zanîn şeva borî jî li Gundê Barê yê girêdayî Şengalê êrişek pêk hat û dijmin carekê din rûyê xwe yê reş nîşanî tevahî cîhanê da. Li hemberî vê bê berpirsiyarî û bêdengiya Iraqê û tevahî aliyên pêwendîdar nîşaneya hevkariya qirêj e li ser bingehê tunekirina tevgera azadiyê û dilxwazên wê. 
Li hemberî hemû cûreyên êriş û lîstokên li ser wargehê em weke gelê wargehê li gel sekin û berxwedana bi rûmet a gelê Şengalê ne. Em weke gelê wargehê bi dilxwaziyekê mezin berxwedana bê hempa ya li zindanan tê meşandin, weke erk û berpirsiyariya xwe dibînin. Ev berxwedan wê bibe hêvî, bawerî û mîsogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya mirovahiyê ye. Çalakiyên me ji bo azadiya mirovahiyê wê berdewam bike. Ji her demê û ji her heremê bêhtir berpersiyariyên me zêdetir in. Gelê wargehê bi vîna xwe ya ji pola wê ji vê pêvajoyê re bibe bersiv.”
 
Piştî daxuyaniyê dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin.