Mexmûriyan bang kir: Em ê li ber xwe bidin

  • 11:39 3 Îlon 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Xelkê Mexmûrê êrişa ku pêk hatî bi daxuyaniyeke şermezar kir û got: "Bila her kes bizane ku ev gel ji bo azadî, doz û aştiyê li vir e. Dewleta tirk dixwaze êrişên xwe yên dema DAIŞ’ê li Mexmûr û Şengalê nîvço mayî bi rengên din bidin domandin. Em ê li ber xwe bidin."
 
Balafirek bê mirov û bi çek a Arteşa Tirk navenda Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bombebaran kir. Di êrîşê de tu windahiyên canî çênebûn, tenê dayikek birîndar bû, lê ziyan gihîşte malên derdorê. Li cihê ku êriş li ser pêkhatî, li ser navê şêniyên wargehê daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn. Endamê Meclîsa Gel Elî Urek daxuyanî da. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Bombe li nava wargehê li malên sivîlan barandin. Di êrişê de zirarên canî pêk nehatiye. Êriş di çarçoveya konseptek ê de pêk hatiye, armanca esasî ya dewleta tirk wargeha me ya sivîl a Mexmûrê ye.
 
Ev hefteyeke li ser esmanên wargeha me, balafirên keşfê yên bêmirov û biçek-bêçek (SÎHA-ÎHA) bênavber difirin. Di rewşek wiha de çima Iraq û hêzên hevpeyman ên ji esmanê herêmê berpirsin vê nabînin û li ber vê tiştek nakin. Dema em li rewşê dinêrin, bêdengî û hevkariyek heye. Armanca van êrişan aliyek tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd û li aliyê din jî Gelê Kurd û welatparêzan ji doza wan kirine. Bi êrişa li ser wargehê re armanc belavkirina gel e.
 
Bila her kes bizane ku ev gel ji bo azadî, doz û aştiyê li vir e. Dewleta tirk dixwaze êrişên xwe yên dema DAIŞ’ê li Mexmûr û Şengalê nîvço mayî bi rengên din bidin domandin. Dema ku doh balafiran bombe li gundê Şengalê barand, me zanî ku wê li me jî  bidin.
 
Em bang li hemû cihên peywendîdar dikin ku bi erk û berpirsyariyên xwe rabin. Nebin hevkarên dewleta Tirk a faşîst.
 
Em bang li Gelê Kurd dikin ku xwedî li rûmet û kerameta xwe derkevin. Gelê Mexmûrê me bi berxwedanê destpê kiriye, em ê li ber xwe bidin. Çiqas êriş pêk bên, çiqas li ser me lihevkirin bibin, em li gel rêbertiya xwe ne, bi têkoşîna xwe re li ber xwe bidin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bê serok jiyan nabe" û "Berxwedan jiyan e" dawî bû.