'Lutfiye Gokan ji bo me hem rêber hem mamoste hem jî dayik bû'

  • 09:05 3 Îlon 2021
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
RIHA - Lutfiye Gokkan ku bi gelek taybetmendiyên xwe yên wekî ajalhez, derdorhez tê nasîn di heman demê de bi hezkirina xwe ya ji pirtûkan jî tê naskirin. Biraziya Lutfiye ku behsa meta xwe kir got: "Meta Lutfiye rêya têkoşîn û berxwedana jinê nîşanê me da. Ji bo me hem mamoste, hem rêber û hem jî dayik bû."
 
Yek ji ji jinên sembola têkoşîn û berxwedana jinan, dayika Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a girtî Lutfiye Gokkan, di 31’ê Tebaxê de ji ber Vîrûsa Koronayê jiyana xwe ji dest da. Lutfiye li gundê Kulunçe yê navçeya Pirsûsa Rihayê ji aliyê girseyeke mezin ve hate definkirin. Cenazeyê Lutfiye keç û xwişkên wê û gelek jinên ku tevlî merasîmê bûn bi tîlîlî û zêmaran anîn gorîstanê û defin kirin. Keçên wê di zimêrên ji bo dayika xwe de digotin “Dayika Kurdistanê”, “Dayika Gelê Kurdistanê." Her wiha keça Lutfiyeyê Ayşe Gokkan a li Girtîgeha Jinan a Amedê girtî ye, ji bo beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe bi rêya parêzeran serlêdan kiribû lê rayedaran tu bersiv nedan serlêdana wê û destûr nehat dayîn ku tevlî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe. 
 
Xezala Lutfiye bi çûyîna wê sêwî ma...
 
Lutfiye ya ku bi girseyeke mezin hat definkirin di merasîma ji bo wê pêk hat de li gel xemgîniyê rûhê berxwedanê jî xwe dida der. Bi taybetî jinên ku tevlî merasîma cenaze bûn bi têkoşîn û berxwedana  Lutfiye ku bi salan dabû bahsa wê dikirin. Girse piştî veşartina cenaze ji bo sersaxiyê derbasî mala malbatê ku şîna Lutfiye lê hatibû danîn a nêzî goristanê bû.  Nêzî avahiya malbatê xezalek jî bala miriov dikişand ku li derdora malê digeriya. Li gorî ragihandinan du heb xezalên Lutfîye hebûne. Lê belê xezalek wê beriya mehekê ji ber marê pêvedaye miriye. Niha xezala ku bi tena serê xwe maye bi çûyîna Lutfîyeyê re sêwî ma. Her wiha hat diyarkirin ku Lutfiye tenê ne ji xezalan ji hespan jî hez dikir.
  
Dayikek ajalhez, derdorparêz û pirtûkhez
 
Dayika Lutfiye ku bi gelek taybetmendiyên xwe yên wekî ajalhez, derdorhez tê nasîn di heman demê de bi hezkirina xwe ya ji pirtûkan jî tê naskirin. Di hundirê mala wê de odeyeke wê ya pirtûkxane hebû ku heta dawiya temenê xwe ew pirtûk xwendine. Lutfiye pirtûkxaneya xwe ya ku bi taybet pirtûkên derbarê jin, dîrok, siyaset û civakê de ne li dû xwe wek mîrateyek hiştin. Keça wê ya biçûk ragihand ku her kesî dizanibû dayika wê gelek ji xwendina pirtûkan hez dike  û ji ber vê yekê kesên ku ev hezkirina wê ya ji pirtûkan dizanibûn pirtûk diyarî wê dikirin. Her wiha keça wê anî ziman ku kevneşopiya xwendina pirtûkan di malbatê de her kes ji dayika wê hîn bûye.
 
‘Ji bo me hem rêber, hem mamoste hem jî dayik bû’
 
Em ji bo ku derbarê Lutfiyeyê de hîn zêdetir bibin xwedî agahî bi xizmên wê re jî axivîn. Keça Lutfîye, Kevser Ercan diyar kir ku dayika wê wekî gelek dayikên Kurdistanê jiyanek gelek zehmet derbas kiriye lê belê li hemberê wan zehmetiyan tu carî serî netewandiye. Kevser wiha berdewam kir: “Dayika min dayikek berxwêder bû, dilxwaz û bêtirs bû. Jiyanek gelek zehmet derbas kir. Digot ez bi zarokên xwe serbilind im. Ji me re hem mamoste bû, hem rêber hem jî dayik bû. Me jê re digot xwezî em jî wekî te bibûna. Diya min qahremanek bû. Em niha ji ber çûyîna wê gelek xemgin û bi êş in. Çûyîna wê bi me re valahiyeke mezin çêkir.”
 
‘Bi têkoşîna Ayşe serbilind bû’
 
Kevser bal kişand ser nerînên dayika wê yên derbarê Ayşe Gokkan de jî û got: “Ji bo Ayşe digot ez pê serbilind im ji ber ku karê xwe baş dike. Gelek dixwest Ayşe li ba wê bibûya. Tirsa wê ew bû ku bêyî Ayşe, bi hesreta wê ji vê dine koç bike. Bi têkoşîn û berxwedana Ayşe serbilind bû lê hertim dixwest ku wê bibîne. Ji bo nehatina wê xemgin dibû.”
 
‘Me jê re digot Dayê Gorkî’
 
Biraziya Lutfiye, Mîhrîcan Gokkan jî axivî û anî ziman ku di jiyanê de gelek tiştan ji wê fêr bûye û wiha hest û nerînên xwe derbarê meta xwe Lutfiye de anîn ziman: “Bi meta xwe Lutfiyê re nêzî 30 sal derbas kir. Di ewqas salan de jê gelek tişt fêr bûm. Jinbûn, têkoşîna jinê û cihê jinê yê di nav civakê de ez jê hîn bûm. Me hemû jin û keçên derdora wê di nav xwe de jê re digot Dayê Gorkî. Ji ber ku wê li ser sêrpêhatiyên dîrok û jiyanê û li hemberê wan divê têkoşînek çawa bê kirin, nîşanê me da. Mixabin em di nav civakek feodal de bûn. Lê meta Lutfiye li hemberî wê feodaltiyê rêya têkoşîn û berxwedana jinê nîşanê me da. Hertim şîret li me dikirin ku em hertim li ser piyên xwe û bi hêz bisekinin.”
 
‘Xwe bi xwe hînî xwendin û nivîsandinê bû’
 
Mihrîcan bilêv kir ku meta wê Lutfiye bi sedan pirtûk xwendine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xwendin û nivîsandina wê tune bû lê xwe bi xwe hînî xwendin û nivîsandinê bûye. Xwendina wê bi taybet li ser mijarên jinê û li ser pirsgirêka kurd bû. Li ser dîroka jinê, têkoşîn û keda jinê wê gelek pirtûk dixwend. Her kesên ku dizanibûn ji xwendina pirtûkan hez dike pirtûk diyarî wê dikirin. Tişta ku dixwend hertim bi me re parve dikir û bi me re li ser mijarên ku dixwend sohbet û niqaş dikir. Gava me wê guhdarî dikir em heyrana hiş û tişên di bîra wê de mabûn dibûn. Ji me re qala kesên pêşeng û têkoşer dikir û digot ger ku hûn li ber xwe bidin hûn jî dikarin bibin wekî wan.”
 
‘Hemû zarokên Kurdistanê wekî zarokên xwe didîtin’
 
Mîhrîcanê di dawiya axaftina xwe de got hemû kesên ku beşdarî cenazeyê wê bûn wek zarok û rêhevalên wê bûn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Meta Lutfîye ji bo me rêber bû, pêşeng û dayikek berxwêder û têkoşer bû. Min bi saya wê zarokên xwe bi hişmendiyekê baş mezin kirin. Dil û rihê wê gelek mezin bû. Di navbera kesna de cudahî nedikir. Wê hemû zarokên kurdistanê wekî zarokên xwe didîtin. Hemû gelê welatê xwe hembêz dikir. Nîşaneya vê jî girseya mezin ku tevli merasîma cenazeyê wê bû.”