Ji bo Mîtînga Aştiyê ya Bakirkoyê bang

  • 09:04 3 Îlon 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Hevseroka HDP’a Stenbolê Elîf Bulut da zanîn ku wê ji bo aştiya civakî daxwazên xwe bînin ziman û wê têkoşîn bi meha îlonê sînor nemîne. Wiha got: “Bi qasî hatina aştiyê pêkanîna wê jî girîng e. Aştiyeke ne adîlane û ne civakî şer û pevçûnê ji nû ve tîne.”
 
1’ê Îlona 1939’an de dîroka destpêka Duyemîn Şerê Cîhanê ye. Ji dîroka ku Hîtler Poloniya bi faşîzmê dagir kir, dest pê kir û şûnde vî şerî 6 salan berdewam kir û di 2’ê îlona 1945’an de bi dawî bû. Di şer de nêzî 60 mîlyon kes mirin û piştre NY’ê dîroka destpêka şer 1’ê îlonê wek Roja Aştiyê ya Cîhanê îlan kir.
 
Her çiqas her sal 1’ê îlonê ji aliyê gelan ve bi daxwaza aştî û bêpevçûnê pêşwazî bikin jî, sal bi sal krîz, şer û pevçûnên navbera welatan de mezin dibin. Lİ Tirkiyeyê 40 sal e bi neçareseriya pirsgirêka Kurd re şer didome. Tevî van hêzên ked û demokrasiyê bi wesîleya 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi dirûşma ‘şer dikuje, aştî dide jiyîn’ çalakî û bernameyan pêk tînin. HDP ku yek ji hêzên ked û demokrasiyê ye, li gelek bajarî çalakiyên xwe pêk anîn û van çalakiyan didomîne.
 
Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Stenbolê wê mîtînga 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê roja yekşemê li Bakirkoyê pêk bîne. Hevseroka HDP’a Stenbolê Elîf Bulut daxuyakirin ku îsal wê di têkoşîna aştiyê de daxwazên xwe bînin ziman û balkişand ser girîngiya têkoşîneke rêxistinkirî ya ji bo aştiyeke mayînde.
 
‘Pêkanîna aştiyê jî girîng e’
 
Elîfê diyar kir ku li ser axa Rojhilata Navîn aştî ji bo gelan cihekî girîng digire û wiha dirêjî dayê: “Bi qasî hatina aştiyê pêkanîna wê jî girîng e. Aştiyeke ne adîlane û ne civakî wê şer û pevçûnê ji nû ve bîne. Me ev di pêvajoya çareseriyê de dît. Di pêvajoya 7’ê hezîranê de gelan têkoşîn dan, maf bi dest xistin û di 1’ê Mijdarê de Tirkiye dîsa ket pêvajoya şer. Herî dawî me  pêvajoya pevçûnê ya giran li Afganîstanê bi hev re dît. Me ew texrîbata şer a li ser jinan ji nû ve dît. Tenê daxwazkirina şer têr nake. Divê têkoşîn bê rêxistinkirin. Aştiyeke ku jin tevlî bibin, azadiya jinê hebe û adîlane be wê  bi têkoşîna gelan pêk bê.”
 
‘Li ser Birêz Ocalan tecrîd pêk tê’
 
Elîfê di berdewamiyê de destnîşan kir ku yek ji pirsgirêkên herî mezin ên Roja Aştiyê ya Cîhanê neçareseriya pirsgirêka Kurde û ev tişt bi lêv kir: “Çareseriya pirsgirêka Kurd dikare li gorî daxwaza gelan bê afirandin. Lê qet ne anîn vê nokteyê. Desthilatdariyeke ku ji şer xwedî dibe heye. Di vê pergala hatiye avakirin de, li ser neçareseriya pirsgirêka Kurd mijûl dibin. Di vê mijarê de helwesta HDP’ê pir zelal e. AKP çareseriyê naxwaze. Divê alîgir bi hev re daxwazan bînin ziman. Li aliyê din jî li ser Birêz Ocalan tecrîdek cidî pêk tê. Nahêlin bi Gelê Kurd re bê gel hev. Birêz Ocalan di hevdîtina dawî de got ‘Qedankirina rewşa pevçûna li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê hefteyek min digire.’ Çareserî pêkane. Lê rewaşa heyî  her tiştî dixetimîne.”
 
Grevên birçîbûnê
 
Elîfê di berdewamiyê de wiha daxuyand: “Girtiyên PKK’ê li dijî  tecrîda li ser Ocalan û binpêkirinên mafan di greva birçîbûnê de ne. Grevan 280 roj li pey xwe hişt. Gelek kes beyî sedem girtî ne. Îşkence di asta jor de ye. Bi pandemiyê re maf tên xespkirin. Grev her çiqas dorveger be jî rê li ber pirsgirêkên cidî vedike.”
 
‘Dewlet dijminê gelan e’
 
Elîfê balkişand ser rewşa jinan a li welat û bi lêv kir ku her roj tundî li jinan tê kirin, tên tecawizkirin û qetilkirin qetilkirin.
 
Ligel vê jî pirsgirêkên ekolojiyê di asta cidî de ne. Elîfê derbarê texrîbatên li ser xwezayê de jî got: “Deristanşewitîn lehî rabû û li  Kurdistanê hîna şewat didome. Dersîm dişewite. Li gelek deverên Kurdistanê şewat didome. Dewlet dijminantiya gelan dike.”
 
‘Wê têkoşîn bi 1’ê îlonê sînor nemîne’
 
Elîfê di dawiya axafatina xwe de wiha got: “HDP ji bo aştiyê têkoşînek mezin dide. Şer pirsgirêka me hemûyan e lê herî zêde bandor li ser jinan dike. Em bi rêxistinên jinan re hatin gel hev û me rewş vegot. Me got di pêvajoya nû de divê em xwe rêxistin bikin û li dijî vê derkevin. HDP’ê di 1’ê îlonê de start da. Di 1’ê îlonê de û dîrokên cuda de mîtîng bi daxwaza aştiyê pêk anî. Em ê daxwazên xwe bînin cih. Di 5’ê îlonê de jî em li Bakirkoyê ne û banga tevlîbûna mîtîngê li hemû gelê xwe dikin.”