Amedî wê li Qada Îstasyonê bên gel hev

  • 09:03 3 Îlon 2021
  • Rojane
 
AMED - 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Amedê wê di 4’ê îlonê de li Qada Îstasyonê bê pêşwazîkirin. Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Emîne Akşahîn bi dirûşmeya "Niha dema qêrîna aştiyê ye" banga tevlîbûnê kir. 
 
Li Amedê Roja Aştiyê ya Cîhanê wê îsal di 4’ê îlonê de bê pêşwazîkirin û amadekarî didomin. Mîtînga wê li Qada Îstasyonê pêk bê. Mîtîng ji aliyê Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Amedê ve tê organîzekirin. Îsal bi dirûşma "Niha dema qêrîna aştiyê ye" organîsazyon tê kirin. Seroka Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Sen a Amedê ya ji Platforma Ked û Demokrasiyê, Emîne Akşahîn balkişand ser girîngiya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê û banga tevlîbûnê kir.
 
‘Em ê aştiyê biqerîn' 
 
Emîneyê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Tirkiye têde ye û got: "Kaos bi aştiyê dikare bidawî be. Modernîta kapîtalîst a tê ferzkirin taktîka şer e. Her wiha di şer de herî zêde jin hedef tên girtin. Lê jin li dijî vê di têkoşînek mezin de ne. Jinan bi israr dest ji têkoşînê bernedan. Em dibin şahidê têkoşîna hevpar a jinan a li dijî tiştên li Efganîstanê tên jiyîn. Ji ber vê jî berpirsyariyek mezin dikeve ser milê hêzên ked û demokrasiyê. Em dixwazin aştiyê qêr bikin. Li dijî şerê ku tê ferzkirindivê em zêdetir biqêrin.”
 
‘Divê muzakere û diyalog pêk bên’
 
Emîneyê, da zanîn ku ji bo parastina destkeftiyan divê gel bê cem hev û wiha axivî: "Mixabin şerekî ku bi salane li vî welatî heye. Butçeya divê ji gel û jiyanê re bê veqetandin, ji şer re tê veqetandin. Pereyê gel ji sermayedar û şer re tê pêşkêşkirin. Ji bo dawî li vê bê divê aştî pêk bê. Divê muzakere û diyalog pêk bên.”
 
Banga ji bo mîtîngê
 
Emîneyê di dawiya axaftina xwe de banga yekbûna têkoşînê kir û wiha banga tevlîbûna mîtînga Amedê kir: “Îsal Roja Aştiyê ya Cîhanê hîn bêtir girîng e. Em ê li dijî şer di 4’ê îlonê roja şemiyê li Qada Îstasyonê bin. Em bang dikin ku her kes wê rojê bi dengekî gur aştiyê biqêre."