‘Sedema kaosê domandina tecrîdê ye'

  • 09:01 3 Îlon 2021
  • Rojane
 
AMED - Hevseroka DBP'ê ya Rêzana Amedê Remziye Tek, diyar kir ku cîhan li hemberê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dirûtiyê dike û got: “Divê hemû kes ew helwestê bibîne û qebûl neke." Rêvebera MEBYA -DER'ê Halîme Topuz jî da zanîn ku bi awayekî aşkere li hemberî Gelê Kurd dijminatiyek heye û divê Gelê Kurd li hemberî vê bêdeng nemîne. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 22 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye. Parêzerên Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di 2-22’yê gulan, 12-18’ê hezîran û 7’ê tebaxa 2019’an de hevdîtin bi muwekîlên xwe re kiribûn. Di 23’yê Îlona 2020'an de, bi hinceta “Nexşerêya" Abdullah Ocalan ku di sala 2009’an de weke pêveka parastina xwe ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) re şand, ji bo 6 mehan biryara qedexeya parêzeran dabûn Abdullah Ocalan û 3 girtiyên gel wî. Ligel ku qedexeya hevdîtinê di 23’yê adarê de qediya jî, ji serlêdanên parêzeran re ne erênî ne neyînî bersiv nayê dayîn. Dîsa bi serlêdana parêzeran a di çileya 2021'an re, derketibû holê ku cezayek dîsîplînê yê nû dane Abdullah Ocalan. 
 
Li dijî tecrîdê û binpêkiririna mafên girtiyan di 27'ê Mijdara 2020'an de li girtîgehên herêm û Tirkiyeyê grevên birçîbûnê hatin destpêkirin. Çalakiya ku ji 5 rojan carekê dewrî komeke din dihat kirin ji 14'ê Tîrmehê ve ji 15 rojan carekê dorveger berdewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 50'emîn, 281 roj in didome. Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê 243 roj in di greva birçîbûnê de nin. Her wiha Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ku 260 roj in bi awayek biryardarî berdewam dike.
 
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a navçeya Rêzana Amedê Remziye Tek û Rêvebera Komeleya Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER) Halîme Topuz derbarê rewşa girtiyan û berxwedana grevên birçîbûnê de ji ajansa me re nêrînên xwe anîn ziman. 
 
‘Tecrîd di vê pêvajoyê de nayê qebûlkirin’
 
Remziye, diyar kir ku li hemberê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dirûtiya cîhanê heye û got: “Divê hemû kes ew helwestê bibîne û qebûl neke. Ji ber vê yekê pêwist e ku li dijî tecrîdê hemû kes rabin ser piyan. Dewletên netew jî hevkarê vê tecrîda girankirî ye. Ji ber ku ji fikrên birêz Ocalan ditirse ku ew tecrîde raneke. Tecrîda li ser birêz Ocalan li ser hemû gelên Rojhîlata Navîn û bi tevahî gelên cîhanê dike.”
 
‘Divê xemsar nêzî grevên birçîbûnê nebûn' 
 
Remziye anî ziman ku pêngava ji bo rakirina tecrîdê ya herî girîng jî çalakiya grevê birçîbûnê ye û wiha axivî: “Divê li hemberê çalakiya greve birçîbûnê xemsar nebin. Hemû malbat û Gelê Kurd divê xwedî li berxwedanê derkeve. Bi taybetî jî divê amedî rola pêşengtiyê bigire. Divê helwesta herî bi bandor ji Amedê derkeve. Êdî rabin û mafên xwe û yên zarokên xwe biparêzin.”
 
‘Helwesta PDK'ê nayê qebûlkirin' 
 
Remziye di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser rewşa Rojhîlata Navîn û helwesta Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) û wiha axivî: “Mixabin îro PDK’ê bi dewleta Tirk re di nav hevkariyek qirêj de ye. Divê ew neyê qebûl kirin û PDK’ê ew têkiliyên bi dewleta Tirk re bi dawî bîne. Jixwe tê zanîn Dewleta Tirk serokê çeteyan e. Di vê pêvajoyê de ketiye tengasiyê û siyaseteke çetewarî birêve dibe. Divê Gelê Kurd bi seknekê berxwedêr û têkoşer rabin ser piyan û li dijî tecrîdê derkevin.”
 
‘Em nêzîkatiya li hemberê girtiyan qebûl nakin’
 
Halîme, jî di axaftina xwe de wiha bal kişand ser rewşa girtiyan: "Ji ber ku em hemû dizanin li girtîgehan girtî di gelek rewşekê xirab de ne. Ne xwarinek baş didin wan ne jî alavên paqijiyê didin girtiyan. Ango mafên wan a bingehîn tên binpêkirin. Em ji bo wan pere dişînin lê heya 3-4 mehan ew pere nagihêje wan. Muameleyekê kêyfî li girtîgehan heye. Em di telefonê de bi wan re diaxivin nikarin ewqas qala şert û mercên ku tê de ne behs bikin lê gava em diçin hevdîtina wan rewşa wan bi çavên xwe dibînin. Em vê nêzîkatiya li hemberê girtiyan qebûl nakin. Em bang li dewleta Tirk dikin ku bes êdî ji wê zilmê re.”
 
‘Bila dengê dayikan bibhisin'
 
Halîme, diyar kir ku êdî dayik nikarin vê zilmê rakin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Qey zarokên wan tune ne, qey wîjdanê wan tune ye. Çima ker bûne û dengê dayikan nabîhîsin. Li hemberê rewşa me xwe kerr û lal kirine. Mafên me jî heye û em doza mafên xwe dikin. Bila ew tecrîda li Îmrali û li hemû girtîgehan bê rakirin."
 
‘Li hemberê zilmê bêdeng nemînin’
 
Halîme diyar kir ku ew 20 sal in AKP di îktîdarê de ye û 20 sal in jî zilm û zordarî heye û wiha bi lêv kir: "Bi awayekî aşkere dijminatiya xwe ya li hemberî Gelê Kurd nîşan dide. Gava em ew binpêkirin û zilmên li ser xwe vedibêjin jî yan me digirin yan jî dixwazin dengê me qût bikin. Ev ji qanûn û çi hiqûq e. Jixwe em nikarin li Tirkiyê behsa hiqûq û edaletê bikin. Ji ber ku tune ye. Em bang li tevahî dewletên neteweyî dikin bila ji bo çalakiya grevê birçîbûnê dengê xwe derxîn. Bila hemû malbat û Gelê Kurd rabin ser piyan û dengê xwe derxin."
 
‘Sedema kaosê tecrîd e' 
 
Halîme, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Êrîşên li hemberî Şengalê, kaosa ku li Rojhîlata Navîn pêk tê bi tecrîdê re girêdayî ye. Polîtîkayên şer ên li ser Rojhîlata Navîn, rewşa wê dixe girêhişkek kor. Ji bo ku êdî ew şer biqedin divê rêya diyalogê bê vekirin û tecrîd bê rakirin.”