ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2021'Ê

  • 09:00 3 Îlon 2021
  • Rojev
 
* Hevseroka DBP'ê ya Rêzana Amedê Remziye Tek, diyar kir ku cîhan li hemberê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dirûtiyê dike û got: “Divê hemû kes ew helwestê bibîne û qebûl neke." Rêvebera MEBYA -DER'ê Halîme Topuz jî da zanîn ku bi awayekî aşkere li hemberî Gelê Kurd dijminatiyek heye û divê Gelê Kurd li hemberî vê bêdeng nemîne. BI DÎMEN 
 
* 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Amedê wê di 4’ê îlonê de li Qada Îstasyonê bê pêşwazîkirin. Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Emîne Akşahîn bi dirûşmeya "Niha dema qêrîna aştiyê ye" banga tevlîbûnê kir.  BI DÎMEN 
 
*Hevseroka HDP’a Stenbolê Elîf Bulut da zanîn ku wê ji bo aştiya civakî daxwazên xwe bînin ziman û wê têkoşîn bi meha îlonê sînor nemîne. Wiha got: “Bi qasî hatina aştiyê pêkanîna wê jî girîng e. Aştiyeke ne adîlane û ne civakî şer û pevçûnê ji nû ve tîne.” BI DÎMEN
 
*Lutfiye Gokkan ku bi gelek taybetmendiyên xwe yên wekî ajalhez, derdorhez tê nasîn di heman demê de bi hezkirina xwe ya ji pirtûkan jî tê naskirin. Biraziya Lutfiye ku bahsa meta xwe kir got: "Meta Lutfiye rêya têkoşîn û berxwedana jinê nîşanê me da. Ji bo me hem mamoste, hem rêber û hem jî dayik bû." BI DÎMEN 
 
*"Ji civakên klan heta cîhana modern ya roja me ya îro, zarokatî di alî pozîtîf de, her diçe nabe têgeheke binirx û girîng. Di hinek deman de rastî zext û binpêkirna cidî hatine, hinek deman de azad bûne. Karkeriya zarokan bi awayekî herî hov bi sanayibûnê hatiye jiyîn. Îstîsmara zarokan, fuhuş, bazirganiya zarokan pirsgirêka herî cidî ya roja îro ye. Ev pirsgirêk ji sanayîbûn, polîtîkayên neolîberal, kapîtalîzm û malbatê serbixwe nîne." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
*Mêrê bi navê Burak Ercan yê ku li nêzî 40 xwendekarên zarok êrîşa zayendî kiribû, îtîraza wî ya berdanê hat redkirin û  yekemîn daneşîna doza wî dê di 27’ê Cotmeha 2021’an de li Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê tê dîtin. Parêzerên zarokan ku gotin gelek zarokan ji ber zextan îfadeyên xwe paşve kişandine banga xwedîderketina li dozê kirin.
 
*Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê, bi minasebeta 6'emîn salvegera qedexeya derketina derve ya ewil ku 9 roj domiya dê li Goristana Asrî ya Cizîrê, serdana goristanan bike. (17.00) BI DÎMEN