Karsaza kurd Ferda Cemîloglu hat veşartin

  • 13:27 2 Îlon 2021
  • Rojane
 
AMED - Karsaza kurd Ferda Cemîloglu ya ku du roj berê jiyana xwe ji dest dabû îro hat veşartin. 
 
Karsaza kurd Ferda Cemîloglu (70) ku neviya Cemîl Paşa yê Amedî ye du roj berê li Stenbolê ji ber nexweşîna penceşêrê koça dawî kiribû. Cenazeyê wê serê sibehê anîn Goristana Yenîkoyê û piştî nimêja cenaze, cenaze ji bo veşartinê birin Goristana Deriyê Mêrdînê ya ku ferdên malbata wê li wir veşartî ne. Gelek karsazên Amedî, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, Hevserokê HDP’a Amedê û parlamenter beşdarî merasîma cenaze bûn. Jinan darbesta Ferdayê hilda ser milan û birin goristanê. 
 
Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Ferdayê hat veşartin. 
 
Malbata Cemîloglu diyar kir ew ê ji ber pandemiyê şînê daneynin û wê îro heta êvarê li Qonaxa Cemîl Paşa şîn were danîn.