Komeleya Futbolê ya jinê hat avakirin lê jin di rêveberiyê de tune ye!

  • 13:20 2 Îlon 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Kulubên lîga duyemîn û sêyemîn a Futbola Jinê ya kademeya rêveberiya wê ji mêran pêk tê ava bû. 
 
Komeleya Kulubên lîga duyemîn û sêyemîn a Futbola Jinê hat avakirin lê belê di nava lijneya rêveberiyê de jin tune ye. Di wêneyê lijneya rêveberiya ji aliyê komeleyê hat parvekirin de jin tune ye. Ji ber vê yekê ev bû sedema nîqaşan. 
 
Ji ber lijneya rêveberiyê tenê ji mêran pêk tê gelek kesî li ser platformên medyaya dîjîtal ev rewş rexne kirin.