Hejmara nû ya Newaya Jin bi manşeta 'Jina serî hildide hêvî ye' derket

  • 13:11 2 Îlon 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara Îlonê ya rojnameya Newaya Jin bi hejmara 198'an û bi manşeta 'Jina serî hildide hêvî ye'  derket. 
 
Di rojnameyê de mijara mêtingeriya dewleta tirk, encamên desthilatdarbûna Talîban a li Efganîstê, yekîtiya neteweya demokratîk, Konferansa 2'yan a Rojhilata Navûn û Bakurê Efrîkayê derketin pêş.
 
Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhed ji Kurdistanê heta bi Efganîstanê geşedanên rojane nirxand.
 
Serhed tespît dike ku ''Terorîstên herî mezin dewlet bixwe ne'' û wiha dibêje: ''Li deverekê heke jin rabûbin ser piyan, çalak bin, li wir xwedî li jiyanê derdikevin.''
 
Têkildarî rewşa li Efganîstanê Berdevka Partiya Hevgirtinê ya Efganîstanê Selay Gafar ropartajek daye rojnameyê.
 
Nivîskara rojnameyê Zerya Gul jî balê dikişîne ser Yekîtiya Jinên Şoreşger ên Efgan ku ji 1977'an û wir ve têdikoşe.
 
Meral Çîçek jî li ser Konferansa 2'yan a Jinan a Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakur nivisiye, ku konferansa dawiya Tîrmehê li Bêrûtê çêbûbû.
 
Endama Komîteya Amadekar a Konferansê Hana Sîdor jî biryarên sereke yên konferansê vegot.
 
Têkildarî yekîtiya neteweyî ya demokratîk a kurdan jî bi endama Parlamenetoya Iraqê ya YNK'yî Rêzan Şêx Dilêr re ropartajek hatiye kirin.
 
Qunciknivîskara rojnameyê Bêrîtan Zagros bi nivîsa xwe li aqûbeta 3 endamên RJAK'ê pirsî, ku li ser rêya Şengalê çekdarên bi ser PDK'ê ve ew revandibûn û ji 5'ê Tebaxê û wir ve agahî ji wan nayê standin.
 
Ji nivîskarên rojnameyê Roza Metîna jî bi serenavên "Êrişên nîjadperest","Cenazeyên bi kargoyê tên şandin","Agirê bi daristanan tê xistin","Îşkenceya li ser sînorên Tirkiyeyê" bal kişand ser têkoşîna hevpar a li dijî zihniyeta qirêj. 
 
Koordînatora SAMAR'ê Yuksel Genç jî êrîşên nîjatperest ku van demên dawî li Tirkiyê zêde bûne dinirxîne.
 
Ji navnîşana www.newayajin.net mirov dikare xwe bigihîne tevahiya naveroka rojnameyê.