Li Dêrsimê darên kevnar şewitîn û qadên daristanê bûn xwelî

  • 12:58 2 Îlon 2021
  • Rojane
 
DÊRSIM/ÇEWLIG - Ji ber agirê bi daristanên Dêrsimê û Çewligê ket tevî darên kevnar gelek dar şewitîn û gelek qadên daristanê bûn xwelî. 
 
Li navçeya Xozata Dêrsimê di 17’ê tebaxê de piştî operasyona leşkerî agir bi daristanê ket. Piştî Xozatê şewata li daristanan agir bi geliyên Mûnzûr û Pilemûriye û gundê Tûremeşk bi ser navenda Dêrsimê ve jî ket. Şewatên li Xozat, geliyê Mûnzûrê û Tûremeşkê hatin kontrolkirin. Şewatali Newala Roj a li Pilemûriyê 6 roj in didome. 
 
Vemirandina agir hat astengkirin
 
Şewata li gundên Xozatê 15 rojan dewam kir, piştî 13 rojan mudaxileyî şewatê hat kirin. Niştecihên herêmê, nûnerên rêxistinên sivîl û parlamenterên dixwestin biçin herêmê mudaxileyî şewatê bikin jî bi hêceta “herêma ewlehiya taybet” dihatin astengkirin. Şewat piştî 15 rojan hat vemirandin. 
 
Şewata li Newala Roj ku dikeve Geliyê Pilemûriyê jî ji 28’ê tebaxê ve berdewam dike. Her çiqas niştecihên herêmê mudaxileyî şewatê  kirin jî lê nayê vemirandin. Ji ber şert û mercên dijwar ên xwezaya li wir mudaxileya welatiyan kêm dimîne. Bi hezaran dar û berên li vê herêmê şewitîn û hêj dişewitin. 
 
Li dû şewata darên kevnar xwelî ma 
 
Di 29’ê tebaxê de jî li Kaniya Firtina Velî ya li Geliyê Mûnzûrê agir bi daristanê ket. Piştî du rojan şewat hat kontrolkirin û bi sedan dar û berên kevnare yên berûyan şewitîn û li pey daran xweliya wan ma.
  
Li Xorxolê bi sedan hektar qada bi dar şewitîn
 
Li navçeya Xorxola Çewligê jî di 29’ê tebaxê de agir bi daristanêk ket û agirê li vir hat vemirandin. Li gorî agahiyên ku niştecihên herêmê dan di encama mudaxileya xelkê herêmê û helîkoptêran de vê sibehê hatiye vemirandin. Çavkaniyên herêmê dan zanîn ku bi sedan hektar qada bi dar şewitiye û bûye xwelî.