Nobeta 'Edaletê' ya Emîne û Ferît Şenyaşar di meha 6'an de ye

  • 12:45 2 Îlon 2021
  • Rojane
 
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên di meha 6'an de nobeta 'Edaletê' didomînin bertek nîşanî gotina Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul a "Deriyên edliyeyan deriyên edaletê ne" dan. 
 
Nobeta 'Edaletê' ya li ber Edliyeya Rihayê ya Ferît û Emîne Şenyaşar a hevjînê wê û du kurê wê ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP'ê Halil Yildiz ve hatin qetilkirin di roja 178'an de dewam dike. Malbat serê sibehê hat qada bi "Qoziya edaletê ya malbata Şenyaşar" tê binavkirin û bi dowizên "Bila edalet bê zilm biqede","Ji bo zarokên min ên hatin qetilkirin edalet, ji bo her kesî edalet" dest bi çalakiya xwe kir. 
 
Berteka li dijî Wezîrê Dadê
 
Ferit Şenyaşar do di Torena Vekirinê ya Avahiya Xizmeta Nû û Sala Edli bertek nîşanî gotina Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul a"Deriyên edliyeyan deriyên edaletê ne" da. Ferit diyar kir cihê Gul dibêje "Deriyên edliyeyan deriyên edaletê ne" ku ye û got ev 6 meh in daxwaza wan a edaletê pêk nayê. Her wiha Ferit da zanîn dê ev zilm heta ku bidome û got bila Wezîrê Dadê bê û zilma li ber Qesra Edaletê ya Rihayê bibîne. 
 
'Cîhan vê zilma li ber derî dişopîne'
 
Malbatê li ser platforma medyayê ya dîjîtal Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul etîket kir û wiha got:"Wezîrê Dadê Gul dibêje: 'Deriyên edliyeyan deriyên edaletê ne'. Dema van gotinana dike haya wî ji deriyê Edliyeya Rihayê tune ye. Ev dayika du zarok û hevjînê wê li nexweşxaneyê hat qetilkirin ev 6 meh in nikare ji vî derî derbasî hundur bibe. Cîhan vê zilma li ber derî dişopîne."