'Di meha tebaxê de jê 15 jin 196 kes li Efrînê hatin revandin'

  • 11:53 2 Îlon 2021
  • Rojane
 
ŞEHBA - Li Kantona Efrînê ya di bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê de ye di nava meha tebaxê de 196 kesên ku di nava wan de 15 jin jî hene, hatin revandin. Her wiha rewşa 35 malbatan nayê zanîn.
 
Li gorî agahiyên ku Endama Kongra Star a Kantona Efrînê Şirîn Hesen dane Rojnewsê, leşkerên dewleta tirk û komên girêdayî wê di meha Tebaxê de 196 kes revandin. Di nava kesên hatine revandin de 15 jin hene.
 
Li gor agahiyên Şirîn Hesen leşkerên tirk û komên girêdayî wan êrîşê 35 malbatan kiriye û rewşa van malbatan heta niha nayê zanîn.
 
Şirîn Hesen destnîşan kir ku ew kiryar û sûcên komên girêdayî dewleta tirk belge dikin, vana hemûyan wekî dosya amade dikin û wê pêşkêşî saziyên navneteweyî bikin.
 
Şirîn Hesen bi bîr xist ku li Kantona Efrînê beriya kontrola dewleta tirk bi pêşengiya jinan pergalek demokratîk hatibû avakirin, lê dewleta tirk ev yek ji bo xwe wekî tehdîtekê dîtiye, lewma êrîş pêk anîye. Şirîn Hesen bi bîr xist ku di berxwedana 58 rojan de jî rol û pêşengiya jinan li ber çavan bû, lewma niha jî jin tên hedefgirtin.
 
Şirîn Hesen, diyar kir ku divê li dijî kiryar û sûcên ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve li Efrînê tên kirin neyên qebûlkirin, lê raya giştî ya cihanê bêdeng e.
 
Şirînê da zanîn ku gelek jinên bi derfetên xwe ji destê çeteyan rizgar bûne ji wan re pêkanînên çeteyan vegotine û wiha dom kir: “Gelek jinên ku xwe xilas kirine agahiyan bi me re parve dikin. Gelek zarok li ber çavên wan dayikan tên îşkencekirin. Bi rojane xelkê sivîl ji aliyê komên çete yên dewleta tirk ve tên îşkecekirin û jin tên revandin”.
 
‘Em sûcên çeteyan belge dikin’
 
Şirînê got ku ew li dijî van kiryarên derveyî mirovahiyê bêdeng namînin, xwe rêxistin dikin û dê hesap bipirsin.
 
Şirîn Hesen da zanîn ku ew kiryarên komên girêdayî dewleta tirk belge dikin û dixwazin bi raya giştî û saziyên mafên mirovan re parve bikin.