Li Hewagê di qenala avê de cenazeyê jinekê hat dîtin

  • 11:41 2 Îlon 2021
  • Rojane
RIHA - Li navçeya Hewagê, di qenala avê de cenazeyê jina bi navê A.Ç. hat dîtin. 
 
Li gundê Argincik ê navçeya Hewagê ya Rihayê, di qenala avê de cenazeyê jinekê hat dîtin. Tîmên agirkuj û polîsan ên ser îxbarê hatin cihê bûyerê, cenaze ji avê derxistin. Piştî xebatên hatin kirin hat tespîtkirin ku cenaze aydê jina 18 salî A.Ç. ye. Cenazeyê A.Ç. ji bo otopsiyê  rakirin Morga Saziya Tiba Edlî ya Rihayê. Hat diyarkirin ku têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.