Li Şirnexê mêrekî tecawizî zaroka 9 salî kir

  • 11:30 2 Îlon 2021
  • Rojane
ŞIRNEX - Mêrê bi navê M.B. li taxa Yenîyê ya Şirnexê tecawizî zaroka 9 salî kir. 
 
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) li taxa Yenîyê ya Şirnexê hefteya derbas bûyî zaroka 9 salî N.B. dema ku li parkê bi hevalên xwe re lîstikê dilîze apê wê M.B. bi hinceta lîstikê dibe jêrzemîna malê û tecawizî wê dike. Li gel qêrînên N.B. cîran bi bûyerê dihesin û bang li malbata N.B. dikin. Malbata N.B. dema ku diçe cihê bûyerê dibîne ku zaroka 9 salî ji ser hîşê xwe çûye. Pişt re dayika N.B. dixwaze ku agahiyê bide polîsan, lê belê ji hêla malbata M.B. ve ji dayikê re tê gotin, hewce nake ku tu agahiyê bide polîsan em ê di navbera xwe de çareser bikin. Lê tevî hemû astengiyên malbatê jî dayika N.B. agahî da polîsan. Pişt re polîsên ku hatin cihê bûyerê M.B. binçav kirin. M.B. kirariyên wî yên li Miduriyeta Polîsan bi dawî bû û sewqî Dadgeha Şirnexê  hat kirin û bi sûcdariya "tundî û îstîsmara zayendî kiriye" hat girtin û şandin Girtîgeha Şirnexê. 
 
'Em M.B. di vê taxê de naxwazin'
 
Cîrana N.B. a ku ji ber ewlehiyê nexwest ku navê xwe bide bûyer vegot. Cîrana malbata N.B. diyar kir ku wê rojê zarokan li parkê listîk dilîstin û wiha axivî: "Apê wê bi hinceta ku ez ê tiştekî bidim te dixapîne û dibe jêrzemîna malê û li wir tecawîz dike. Zarok çend caran li ser hevdû diqîre. Pişt re em cîran bi hawara wê ve çûn û me agahî da malbata wê. Malbata wê hat cihê bûyerê û li M.B. dan. Pişt re N.B. rakirin Nexweşxaneya Şirnexê. Çend rojan li nexweşxaneyê tedawî dît û pişt re taburcu bû. Em weke şêniyên taxê vê bûyerê qebûl nakin û M.B. di vê taxê de naxwazin."