Li Misrê fosîlê balînayekî 43 milyon salî yê bi 4 lingan hat dîtin

  • 11:14 2 Îlon 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Misrê fosîlê balînayekî 43 milyon salî yê ku çar lingên wî hene hat dîtin. 
 
Fosîlê bi navê "amfibik Phiomicetus anubis" ê 43 milyon salî, ku bi 3 metreyî dirêj e, nêzî 600 kîlo giran e, çar ling û çengeke xwe ya hişk heye, tê gotin fosîlê balînayekî ye.
 
Zanyarên Misrî fosîlê cûreyekî ne ji rêzê dîtin.
 
Fosîl li herêma Fayoumê ya li başûrê paytext Qahîreyê hat dîtin.
 
Li gorî nûçeya ku li kovara Insiderê hate weşandin, ev pêşiyên balînayan beriya 43 milyon salî di dema Eosenê de bûn.
 
Hat ragihandin ku ev balînayên li qada bejahî dikarîbû bimeşiya, li deryayê jî dikarîbû avjeniyê bike, gelekî xurt bûn.
 
Zanyaran got, "Me keşif kir ku bi çenga xwe ya xurt, ji bo parçekirina nêçira xwe gelekî hişk û mêtirsîdar bû. Ev balîna ji bo piraniya ajalên li derdora xwe mîna xwedayê mirinê bû."
 
Di sala 2019'an de bermahiyên balînayekî ji 4 lingan li başûrê paytexta Perû Lîmayê hatibû dîtin.