Li Farqînê mirina bi guman

  • 11:06 2 Îlon 2021
  • Rojane
AMED - Hîcran Ada li Farqîna Amedê bi awayeke bi guman jiyana xwe ji dest da. 
 
Hîcran Ada ya 39 salî îro di saetên sibehê de li navçeya Farqînê ya Amedê bi awayeke bi guman jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku Hîcran xwe ji qata çaremîn a balqona mala xwe ya taxa Bahçelîevlerê avêtiye. Hîcran a ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê jiyana xwe ji dest da. 
 
Her wiha hat zanîn ku pitikek Hîcran a 40 roj in hebûye û her wiha dayika 5 zarokan e.