Jinên Amedî dê di 4'ê Îlonê de li qadan azadiyê biqêrin

  • 09:04 2 Îlon 2021
  • Rojane
Sema Çaglak - Gulîstan Azak
 
AMED - Jinên Amedî bang li welatiyan kir ku dê di 4'ê Îlonê de tevlî mîtînga “Niha dema qêrîna aştiyê ye” bibin. Jinan da zanîn ku dê li dijî şer li qadan aştiyê biqêrin. 
 
1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê îsal li Amedê dê di 4’ê îlonê de, li Qada Îstasyonê were pêşwazîkirin. Mîtîng ji aliyê Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Amedê ve bi dirûşma “Niha dema qêrîna aştiyê ye” wê bê lidarxistin. Jinên Amedê bêriya mîtîngê banga tevlîbûna mîtîngê kirin. 
 
‘Li dijî şer em ê li qadan bin' 
 
Ayhan Ateş: Di pêkanîna aştiyê de herî zêde jin rolekê girîng digire. Wekî em dizanin ji berê heta îro di navbera du aliyan de şer a an jî pevçunek pêk dihat dayikên me laçikên xwe yên spî diavêtin erdê ku şer bê sekinandin. Yê ku herî zêde ji bo aştiyê têdikoşe jin û dayik in. Ji ber ku yên ku herî zêde zilmê dibîne û yê ku herî zêde êşê dikşîne jin û dayik in. Em hertim ji tundiyê û kuştin û şerê re dibêjin na. Êdî ji bo wan bes e. Ji bo ku em bêjin bes û helwesta xwe nîşan bidin divê em ê hemû kes roja mîtîngê qadan tijî bikin û ji bo daxwaza aştiyê biqîrin.”
 
‘Divê em ji hev du fêm bikin...' 
 
Mîne Karakaş, diyar kir ku 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji bo Gelê Kurd rojeke bi taybet û bi qîmet e û wiha got: "Rojhîlata Navîn ku di pêvajoyekî dijwar de derbas dibe herî zêde pêdiviya wan bi aştiyê heye. Her wiha di van salên dawîn de hem li heremê hem jî di nav sînorên Tirkiyê de gelek jin rastî êrîş û tundiyê tên. Sedema wan bûyeran jî mixabin ji ber tunebûna aştiyê ye. Dema ku em di nav xwe de aştiyê bijîn ewqas jin jî dê neyên kuştin. Ji bo ku em aştiyê di nav xwe de ava bikin pêdiviya me bi diyalogê heye. Heta ku em ji hev fêm nekin, ji êşa hevdû fêm nekin ne pêkan e ku aştî were vê welatê.”
 
‘Em jiyaneke wekhev û aram dixwazin'
 
Sûkran Yakut, destnîşan kir ku li vî erdnigariyê li hemberî jinan êrîş bi awayekî sistematik pêk tê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Sedema wê jî polîtîkayên şer ên dewletan e. Di şer de di serî de jin hedef tên girtin. Me vî tiştî li Şengalê dît û niha jî li Efganîstanê em dibînin. Ji ber vê yekê bi taybet ji bo aştiyê berpiryariya me ya jinan mezin e. Em dixwazin şer xelas be û aştiyek mayînde li tevahiya cîhanê pêk bê. Hêvî û baweriya me ew e ku jyanek bi aram û wekhev ji bo hemû gelan pêk were. 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji bo hemû gelan pîroz dikim.”
 
‘Cihê ku tê de tenê şer hebe jiyan tê tune kirin’
 
Endama Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Halîde Turkoglu jî da zanîn ku heke jiyanek ku têde wekhevî û edalet tune be dê hemû maf bên binpêkirin wê demê di wir de tenê şer û pevçûn heye û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Cihê ku tê de şer hebe; jin tune tên hesibandin, xweza tên rûxandin, kurd tune tê hesibandin û jiyan tê tune kirin. Ji ber vê yekê aştî tê wateya jiyanek wekhev. Di vê erdnîgariyê de daxwaza aştiyê ya ji bo jinan tê wateya avakirina jiyanek bixwe. Em li ser erdnîgariyek ku herî zêde pêdiviya wê bi aştiyê re heye dijîn. Gava ku hebûna jinan hat qebûlkirin dê wê demê zemîna jiyanek wekhev û bi azad bê avakirin. Heke civakek ku bi jinê re lihev nekeve wê demê ew aştiyê jî nikare pêk bîne. Ji bo pêkanîna aştiyê jî, divê gava yekser em hemû cudahiyan bipêjirînin û di xalekê hevbeş de bên ligel hevdû.”