Ji welatiyan banga vemirandina şewata li Dêrsîmê

  • 09:02 2 Îlon 2021
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Welatiyan ji bo mudaxalekirina şewata ku ev du hefteye li Dêrsîmê didome bang kirin û gotin: “Ger ku gelê me negirin daristanan wê demê teqez bi zanebûn ev şewat hatiye derxistin.”
 
Li navçeya Hozat a Dêrsîmê li gundê Tanzî û mezra Koçerî a gundê Kurukaymak di 17’ê Tebaxê de di dema operasyona leşkerî de şewat hatibû derxistin û ber bi Uzunmeşe a Xozat û PilImûrê ve çû. Hat destnîşan kiririn ku li herêma Firtina Velî Çeşmesî, li Çemê Roj a Geliyê Pilemûrê şewat didome û li Geliyê Perîji ber qadê û zinaran ji bejahî mudaxalekirin ne pêkan e. Li Yayladere ya Çewlîkê jî şewat didome û mudaxale nehatiye kirin û hat hînbûn ku agir ber bi xwecihbûnê ve nêz dibe.
 
Li Dêrsîmê du hefte ye şewat didome, der barê şewatê de raya giştî ji ser çapemeniya civakî bertekên xwe anîn ziman. Hinek welatiyan dan zanîn ku nûçeyên şewatê tune ne û hinekan bertek nîşanê van nêzîkatiyên newekhev dan. welatiyan daxuyakirin ku divê demildest mudaxale li şewatê bê kirin.
 
Di şewatê de jî newekheviyê dikin
 
Nermîn Sevîm ya di şîrketek taybet de berpirsa muhasebeyê ye wiha got: “Şewat bi tena serê xwe sosretî ye.Di mijarek wisa de jî newekhevî mijara gotinê ye. Li her derê welat heman pirsgirêk tên jiyîn û li aliyê din jî nedîtîve tê. Çend roje raya giştî di çapemeniya civakî de bertek nîşan da. Şewat zêdetir hat rojevê. Mirovan dîtin ku mudaxale nayê kirin bertek hatin nîşandan. Divê bala me hemûyan bikişîne ku li wir şîrketên madenê zemîna projeyên xwe amade dikin. Em dibêjin ku ne yên bin erdê yên bi nirx li ser rûyê erdê ne.”
 
‘Em nizanin ji kê bawer bikin’
 
Karkera malê Serap Ulger: “Qelsiya dewletê heye. Li gorî min şewat bi qestî tê derxistin. Divê em ji vê rewşê re bêjin êdî bes e. Wisa derbas nabe. Divê dewlet bi hestiyar tevbigere.Divê çareseriyek hebe. Ger ku dewlet têr bikira wê ev rewş nehatiba jiyîn. Em nizanin ji kê bawer bikin.”
 
‘Gelo daristan wisa hêsan digihêje?’
 
Welatiyek ku nexwest navê xwe bide jî wiha axivî: “Mudaxaleyî agir nekirin. Li her derê agir belav dibe. Em nizanin gelo ji qestî tê kirin. Daristanek wisa hêsan pêk nayê. Bila demildest mudaxale bikin. 15 roje ev şewat didome. Ji bo hîn bêtir pêş nekeve divê pêşî lê bê girtin.”
 
‘Gelê me nagirin daristanê wê demê bi qestî dikin’
 
Kedkara malê Umran Şen jî wiha berteka xwe anî ziman: “Ji şewata Dersîmê agahiya min tunebû. Bi rastî min nebihistîbû. Li gorî min şewat bi qestî tên destpêkirin. Dewlet jî tiştekî nake. Gelê me nagirin daristanan wê demê vê bi qestî û bi zanebûn dikin. Divê bi helîkopter û balafiran mudaxale bikin. Divê gelê me jî biçe.”
 
Kedkara malê Semra Bîlge jî ev tişt anî ziman: “Mixabin mudaxaleyek baş tune ye. Em pir rehet tevdigerin. Mudaxale li şewatê nayê kirin û li gorî min tiştek di vê de heye. Divê em hîn bêtir li ser bisekinin. Daristanên me cihên herî xweşin. Em wan jî winda bikin wê her der bibe çol.”