Hêzên Ked û Demokrasiyê bal kişandin ser pirsgirêka kurd

  • 20:05 1 Îlon 2021
  • Rojane
 
EDENE - Bi sedan kesên li "Mîtinga Aştiyê" ya Edeneyê hatin gel hevdu daxwazên xwe yên aştiyê anîn ziman. Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari ya di "Mîtinga Aştiyê" banga aştiyê kir wiha got:"Şerê ku heye di girtîgehan de jî dewam dike. Ger li Tirkiyeyê, pirsgirêka kurd çareser bibe, wê aştî were vî welatî."
 
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Edeneyê, bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, Mîtînga Aştiyê li dar xistin. Mîtîng li Qada Ûgûr Mûmcû pêk hat. Hevparên Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Edeneyê, parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, Parlamenterên CHP’ê Muzeyyen Şevkîn, Orhan Sumer û gelek welatî beşdarî mîtîngê bûn. Di mîtînga ku bi şîara “Li herêmê aştî, li welat demokrasî, maf, azadî û aştî” hat lidarxistin de, pankartên “Ji şer re na, aştî niha” û “Ji şerê emperyalîst re na” bi qadê ve hatin vekirin. Berî mîtîng dest pê bike, li qadê her tim dirûşmên “Bijî berxwedana gelan” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.   
 
'Pêwistî heye em bi hev re aştiyê pêk bînin'
 
Mîtîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên demokrasiyê dest pê kir. Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Edeneyê Yakûp Ataş axaftina vekirinê ya mîtîngê kir. Yakûp, diyar kir ku divê li dijî şer, mirin û xizantiyê, aştî, jiyan û demokrasî bê parastin û got: “Divê em bi hev re li dijî wan kesên ku li Rojhilata Navîn xwînê dirijînin û mirovahiyê dixin nav lehiya şer, bi hev re têbikoşin. Pêwîstî heye ku em bi hemî cudahiyên xwe, mil bi mil bisekinin û ji şer re bêjin na û bi hev re aştiyê pêk bînin. Aştî wê bi têkoşîna çîna karker û gelên bindest a li dijî emperyalîzm û berteka kapîtalîst pêk bê.”
 
'Em aştiyê dixwazin'
 
Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, bi gotina Nivîskar Yaşar Kemal “Ger çiya, mirov û mirin jî westiya bin, helbesta herî xweş aştî ye” dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Ger li Tirkiyeyê, pirsgirêka kurd çareser bibe, wê aştî were vî welatî. Heya ku aştî were vê xakê û pirsgirêka kurd çareser bibe, em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Şerê cîhanê du caran hat jiyîn. Niha jî li ber serê me Sûriyeyê şer dewam dike. Li Iraqê jî, bi operasyonên dersînor şer dewam dike. Gelên feqîr li Rojhilata Navîn bi polîtîkayên provakatîf tên kuştin. Êdî em li welatê xwe, li Rojhilata Navîn û li cîhanê aştiyê dixwazin.”
 
'Em têkoşîna girtiyên di grevê de ne pîroz dikin'
 
Tulayê, da zanîn ku îro di girtîgehan de jî şer dewam dike û wiha bi dawî kir: “Binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de kûrtir bûne. Li dijî şerê heyî, girtî di greva birçîbûnê de ne. Em vê têkoşîna wan silav dikin.”  
 
Dûre Parlamentera CHP’ê ya Edenê Muzeyyen Şevkîn jî, axivî û ji her kesî re daxwaza şatiyê kir. 
 
Piştre kesên beşdarî mitîngê bûn, li ber stranên Hunermend Kadir Çat govend gerandin. Herî dawî jî, mîtîng lîrandin û berzkirina dirûşman bi dawî bû.