Ebru Gunay : Rêya aştiyê li Îmraliyê ye

  • 19:51 1 Îlon 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Berdevka HDP'ê Parlementer Ebru Gunay di daxuyaniya bi munasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê hat dayîn de axivî û got: "Rêya çareseriya şerê Rojhilata Navîn û aştiyek mayînde li Îmraliyê ye. Ji ber ku mîmarê herî mezin ê aştiyê Birêz Abdullah Ocalan e."
 
Platforma Ked û Demokrasiyê bi  munasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li navçeya Qoserê, ber deriyê avahiya mamosteyan daxuyanî da. Qada daxuyaniyê di nava abluqeya polîsan de bû. Di heman demê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP),  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aşitiyê, Parlementera HDP'ê Ebru Gunay û Pero Dundar û endamên STK'ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de Ebru Gunay axivî. 
 
'Heta aştî tê bidestxistin'
 
Ebruyê di destpêka axaftina xwe de ser saxiya Ayşe Gokkan a ku diya wê jiyana xwe ji dest daye xwest. Ebruyê di daxuyaniyê de jî bal kişand ser astengiyên ku ji wan re hatine derxistin kir û got:"Bila baş were zanîn ku rêxisatinek ji demokrasiyê pêk hatibe nayê astengkirin. Em ê timî rêyek ji bo berxwedana xwe bibînin. Di xebatên me yên îro de jî astengî ji me re derxistin. Me xwest em meşek girseyî li dar bixin. Lê belê wek her carî astengî derxistin. Lê em ê timî ji bo aştiyê hewil bidin. Xwesteka me ya aştiyê nayê astengkirin. Heta em ser dikevin jî em ê têbikoşin. Ev têkoşîna me wê heya ku gelên vî welatî azad bibin jî berdewam bike."
 
'Mîmarê aştiyê li Îmraliyê ye' 
 
Ebruyê di berdewamiya axaftina xwe de got rêya çareseriyê li Îmraliyê ye û wiha berdewam kir: " Em tim dibêjin ji bo li Rojhilata Navîn aramiyek û aştî hebe pêwîst e bi Birêz Abdullah Ocalan re were rûniştin. Ji ber ku mîmarê herî mezin ê aştiyê di Îmraliyê de ye û îro tê tecrîdkirin. Pêwîst e demildest jî pêvajoya aştiyê were destpêkirin."
 
Daxuyanî bi dirûşm û çepikan re bi dawî bu.