Li Şirnexê daxuyaniya 1’ê Îlonê: Her gavek wê me nêzî azadiyê bike

  • 19:38 1 Îlon 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX -  Platforma Demokrasî û Kedê ya Şirnexê,  bi minasebeta 1’ê Îlonê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de, Sekretera Jin a Egîtîm-Sen a Şirnexê Serap Ok, ev tişt got: “Her gavek wê me nêzî azadiyê bike. Her wiha nêzî mirovahiyê jî bike. Bi têkoşîna xwe ya wekhevî, rêxistinbûyî û bi biryara xwe em ê azadiyê li vî welatî mayînde bikin û baweriya me ji hemû rojan bi hêztir e.”
 
Platforma Demokrasî û Kedê ya Şirnexê, bi minasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cihanê li Taxa Hûnerê ya navçeya Cizîra Şirnexê daxuyaniyê da. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozgûneş, endamên Planformên Şaxa KESK’ê, endamên ÎHD’ê yên Şirnexê, Baroya Şirnexê, rêvebirên Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek, aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.
 
Di daxuyaniyê de pankartên “Li dijî şer deng bide aştiyê” û “Aştî dide jiyandin” hat vekirin. Daxuyanî ji hêla Sekretera Jin a Egîtîm-Sen a Şirnexê Serap Ok ve hat xwendin.
 
Serapê, anî ziman ku di dîroka mirovahiyê de li dijî talankirina xwezayê û şerê ku birînên kur vedike jî şer her ku diçe zêde dibe û got: “Çekên nûkleer ên nû tim tên ceribandin.  Di navbera welatan de pêşbirka çekan, li fezayê ceribandina çekên nû ve xetere zêdetir bû. Ev ne bi tenê cihanê her wiha bû sedema di temenê zarokatiyê de tacîz û tecawizê û ev tişt wek normal tê dîtin. Emperyalîst û hêzên paşverû ji ber polîtîqayên xwe yên penaber û koçberiyê, di navbera gelan de dijminatiya neteweyî, ol, ziman û nasnameyê ava dikin û şer dikin wek hincet. Bi mîlyonan kes berê wan dan koçberiyê. Bêedeletiya her diçe kûr dibe dewam dike.”
 
‘Baweriya me ji hemû rojan bi hêztir e’
 
Serapê, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Her gavek wê me nêzî azadiyê bike. Her wiha nêzî mirovahiyê jî bike. Bi têkoşîna xwe ya wekhevî, rêxistinbûyî û bi biryara xwe em ê azadiyê li vî welatî mayînde bikin û baweriya me ji hemû rojan bi hêztir e.”
 
‘Li welat tecrîdek kûr tê meşandin’
 
Hasan Ozgûneş ê HDP’yî jî  bal kişand ser girîngiya 1’ê Îlonê û wiha domand: “Em hêvî dikin ku ev roj aşitiyê bîne Rojhilata Navîn û welatê me. Şer ji bo rant, îktîdar, talan û hilweşandinê tê kirin. Şer ji bo ku bikujin, êşê zêde bikin û xwezayê talan bikin tê kirin. Em vê yekê ji dîroka avabûna dewletbûyînî ve dizanin. Îro li ser welatê me tecrîdek kûr tê meşandin. Ji bo ku tecrîd bê şikandin îro di girtîgehan de grevên birçîbûnê dest pê kirine. Îro dibêjin ev dabeşkar in. Lê kesên ku dabeşkar ew in û îktîdar bi xwe ye. Ji hemû kesan re dibêjin dabeşkar. Kesên ku demokrasî, wekheviya jin û mêr, azadî û aştiyê diparêzin ne dabeşkar in.”