Li Amedê HDP'ê gel vexwend daxuyaniya dê di 4'ê Îlonê de bê dayin

  • 19:15 1 Îlon 2021
  • Rojane
 
AMED - Parlamenterên HDP'ê yên Amedê, TJA, Meclîsa Ciwanan a HDP'ê û nûnerên rêxistinên navçe û bajaran li navçeyan geriyan û gel vexwend daxuyaniya çapemeniyê ya dê di 4'ê Îlonê de li ber Plazaya AZC'yê bê lidarxistin.  
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê bi boneya 1'ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê xwest di 4'ê Îlonê de li Qada Îstasyona Yenişehirê ya Amedê mîtîngê li dar bixe. Lê belê walîtiyê destûr neda. Li ser vê yekê parlamenterên HDP'ê navçe bi navçe geriyan û gel vexwendin ji bo daxuyaniya çapemeniyê ya dê di 4'ê Îlonê de li ber Plazaya AZC'yê bê lidarxistin. Heyeta Parlmenterên HDP'ê Remziye Tosun, Dersim Dag, Îmam Taşçier, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê û nûnerên rêxistinên navçe û bajaran tê de beşdarî çalakiya li Erxenî, Çermûk, Licê, Pasûr, Pîran û Şankuşê bûn. Her wiha gelek cihên kar hatin ziyaretkirin. 
 
Îmam Taşçier ê HDP'î û heyeta bi wî re çûn Şankuşê û Erxeniyê û bi gelek esnafan re hevdîtin kirin. 
 
Dersim Dag a HDP'yî û heyeta bi wê re çûn Licê û Pasûrê û li vir bi gel re hatin gel hevdu. Heyeta ku gelek dikan û esnaf ziyaret kir ji gel re ragihand ku destûr ji bo mîtîngê nehatiye dayin û bal kişandin zextên li ser HDP'ê. Heyetê soz da ku ew e vê pêvajoya zehmet bi gel re derbas bike. Eleqeyeke baş ji bo heyetê hat nîşandan. 
 
Remziye Tosun a HDP'yî û heyeta bi wê re jî çûn Gêl û Pasûrê û çûn serdana esnafan. Gel li vir vexwendin daxuyaniya çapemeniyê û ji bo bilindikirina dengê aştiyê ya bi hev re piştgirî xwestin. 
 
Her wiha Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan û kesên bi wî re li Erxeniyê  bi gel re hatin gel hevdu û gel vexwend mîtîngê. 
 
Ew ê gera ji bo banga daxuyaniya çapemeniyê li Karaz, Hezro, Hênê, Farqîn, Bismil û Çinarê bidomin.