Pervîn Buldan ji Wanê bang kir: Divê tecrîd bi dawî bibe

  • 19:02 1 Îlon 2021
  • Rojane
 
WAN - Di mîtinga "Aştî Dide Jiyîn" de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan bal kişand ser girîngiya aştiyê û rakirina tecrîdê û wiha got:"Divê tecrîd bi dawî bibe. Pêdiviya gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn bi aştiyê heye."
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Wanê mitînga aştiyê li dar dixin. Mitîng li pêş Parka Mûsa Anter pêk hat û bi hezaran kes beşdarî mîtîngê bûn. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, piştî stranên hûnermend Mûrat Demîr, derket ser dikê û xîtabî gel kir.
 
'Aştî edalet, azadî, ked û xwêdan e'
 
Pervînê, bal kişand ser girîngiya aştiyê û wiha got:"Îro 1’ê Gulanê Roja Aştiyê ya Cîhanê li gelan pîroz be. Gelê me yê xoşewist, gelê me yê bi nirx ê Wanê, ji dil û can ez roja we ya 1’ê Gulanê Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz dikim. Ez hêvî dikim ku 1’ê Îlonê, li vî welatî bibe, wesîleya aştiyê. Ev erdnîgarî ji aştiyê re tî ye. Em di demeke ku bêriya aştiyê dikin re derbas dibin. Îro ji her demê zêdetir gelên Tirkiyê û Rojhilata Navîn hewceyê aştiyê ne. Belê, aştî ne tenê navek e. Bêguman, aştî edalet, azadî, ked û xwêdan e, lê di heman demê de jiyanek dadmend e. Weke ku Gandhî gotiye, ‘Rêya aştiyê nîne, aştî bixwe rê ye.’”
 
'Sedama van şer û polîtîkayan jî desthilatdarî ye'
 
Pervînê, di dewama axaftina xwe de wiha got:"Li ser vê axê, gelek êşên mezin hatin jiyîn. Bedelên gelek mezin hatin dayîn. Ji bo aştiyê têkoşîn hat birêvebirin. Her tim li ser navê aştiyê, demokrasiyê û azadiyê têkoşînên mezin hatin dayîn. Em vê rastiyê baş dizanin û me şahidiya vê yekê kiriye. Sedemek jiyanên ku me winda kirin û wêraniya ku me jiya, heye. Tu carî gelê me polîtîkayên şer erê nekiriye. Li welatê me, ev 6 meh in polîtîkayên şerekî dijwar tên birêvebirin. Sedama van şer û polîtîkayan jî desthilatdarî ye. Ev jî dibe sedem ku krîzên siyasî yên desthilatdariyê mezin dibin. Sedema van hemûyan jî desthilatdariya AKP Û MHP’ê ye. 
 
'Serdestên vî welatî, ji çareseriyê bêtir neçareserî tercîh kirin'
 
Pervînê da zanîn tê xwestin hêviya aştiyê ya gelên Tirkiyeyê bidin jibîrkirin û wiha domand:"Ji bo ku aştî û çareserî pêk nehat, Tirkiye her roj ber bi aliyekê ve diçe. Pêvajoya diyalog û muzakereyê ya di sala 2013’an de dest pê kir, ji bo guhertina qedera Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn pêngavek dîrokî bû. Me weke gelên Tirkiyeyê ev ji nêz ve şopand. Ne tenê pêvajoya aştî û muzakereyê, di heman demê de gavên li paş wê hatin avêtin jî hebûn. Ji bo vê di 28’ê Sibatê de, mutabakata li Dolmabahçê hat xwendin girîng bû. Lê serdestên vî welatî, ji çareseriyê bêtir neçareserî tercîh kirin. Polîtîkayên şer tercîh kirin û darbe li pêşeroja hevpar a gelan xistin. Her ku çû tecrîd kûrtir kirin û xwestin hêviya aştiyê ya gelên Tirkiyeyê bidin jibîrkirin."
 
'Divê bi rêyên demokratîk pirsgirêka kurd bê çareserkirin'
 
Pervînê bal kişand ser pirsgirêka kurd û wiha got:"Lê çi dibe bila bibe, em ê li her qadê li dijî şer, di aştiyê de israr bikin. Ji ber ku em dizanin kesên vî welatî bi rê ve dibin, dijminê Kurdan, jinan, Elewiyan, Sunniyan, Ermenî û Suryaniyan e. Yên li dijî van têdikoşin, hevalên me yên ji bo aştî û demokrasiyê têdikoşin niha di girtîgehan de ne. Em aştiyê dixwazin û em vê daxwaza xwe israr dikin. Lê ji bo ku aştî pêk were, divê bi rêyên demokratîk pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Pirsgirêka aştiyê ne tenê pirsgirêka HDP’ê ye. Ev pirsgirêkeke wijdanî ye. Qedexeya pirsgirêka kurd weke mexdûriyetê vedigere 83 mîlyon mirovî. Êdî dema qîrkirin û bangawaziya çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd e hatiye."
 
Piştî axaftina Pervînê, mîtîngê bi Koma Abdal berdewam kir. 
 
Mîting bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Biji serok Apo" bi dawî bû.