Li Wanê bi hezaran kes li dijî tecrîdê û ji bo aştiyê qêriyan

  • 18:38 1 Îlon 2021
  • Rojane
 
WAN - Bi hezaran kes ji bo li dijî tecrîdê aştiyê biqêrin di mîtinga "Aştî dide jîyin" de hatin gel hevdu. Di mîtinga bi coş de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dirûşma "Bijî Serok Apo" hat pêşwazîkirin. 
 
Mîtinga ji bo 1'ê Îlonê ya Roja Aştiyê ya Cîhanê ya bi dirûşma "Aştî dide jiyîn" bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk   (DBP) û Rêxistina Wanê li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter tê  lidarxistin bi meşa jinan dest pê kiribû.  Welatî ji sê aliyan derbasî qada mîtingê bûbûn. Bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, Hevserokê DBP'ê Keskin Bayindir, parlamenterên herêmê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, Rêxistinên Girseyî yên Demokratîk didome. 
 
Dirûşma 'Bijî Serok Apo' hat berzkirin
 
Li qadan bi alên HDP û DBP'ê welatiyan bi hev re dirûşmên "Bijî Serok Apo","HDP gel e gel li vir e" berz kirin.  
 
Di destpêkê de Koma Aryen a Muzikê li ser dikê cihê xwe girt. Piştre Serokê Komîteya Tertîpê Omer Işik dest bi axaftinê kir. 
 
Piştre Hunermend Nurcan Degirmencî derket ser dikê. 
 
Piştre Hevseroka HDP'ê ya Wanê Handan Karakoyun axivî. Handanê diyar kir ku ew ji bo aştiyeke bi rûmet hatine gel hevdu û got ew banga aştiyê ji Wanê heta hemû Kurdistanê nû dikin. 
 
Kevokên spî firandin
 
Piştî axaftina Handanê Hevserokên HDP û DBP'ê Pervîn Buldan û Keskîn Bayindir derketin ser dikê û gel silav kirin. Piştre kevokên sembola aştiyê firandin. 
 
'Dê sedsala 21'emîn bibde sedsala kurdan'
 
Piştre Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskin Bayindir mafê axaftinê girt. Keskin diyar kir ku tevî qedexekirina mîtingan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê dîsa gel derket qadan û got ew ê li dijî polîtîkayên îmhayê yên li ser kurdan li berxwe bidin û got dê sedsala 21'emîn bibde sedsala kurdan. 
 
Piştî Keskîn Hunermend Murat Demir derket ser dikê. 
 
Di mîtinga bi hezaran kes beşdar bû de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî","Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin. 
 
Mîting bi axaftina Pervîn Bûldan didome.