Beşdariya Ayşe Gokkan a cenaze hat astengkirin: Dikare bê revandin!

  • 18:22 1 Îlon 2021
  • Rojane
 
RIHA - Hatina Berdevka Demê ya TJA'yê Ayşe Gokkan, bi hinceta cihê cenaze nêzî sînorê Sûriyeyê ye û gumana revandinê heye hat astengkirin. 
 
Duh Dayika Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a girtî,  Lutfiye Gokkan jiyana xwe ji dest da. Lutfiye îro li Rihayê hate definkirin.  Ayşe Gokkan ji bo ku beşdarî merasîma cenaze bibe bi rêya parezêrê xwe serî li dozgeriya Amedê dabû. Lê belê di nivîsa ku ji aliyê Serlêşkeriya Cendirmeyê hatiye şandin de, bi hinceta nêzî sînorê Sûriyeyê ye û gumana revandinê heye destûr nehate dayîn. 
 
Her wiha di girtînameyê de wiha hat gotin:"Li qada ku cenaze hatiye defnkirin, qerebalixîyeke mezin heye. Loma di her kêliyekê de pêkan e ku provokasyonek derkeve. Her wiha cihê malê gelek nêzî sînorê Suriyê ye. Lewre dibe ku girtî bê revandin an jî bireve. Di vê rewşê de ji bo kêmasiya tedbîrên ewlehiyê, destûra serdanê baş nehatiye dîtin."