Li gelek bajaran daxwaza aştiyê hat dubarekirin

  • 18:14 1 Îlon 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi munasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li gelek bajaran daxuyanî hatin dayin. Di daxuyaniyan de daxwaza aştiyê hat dubarekirin û banga têkoşîna gelan, çareseriya meseleya kurd û rêyên çareseriya demokratîk û aştiyane hat kirin.  
 
Li gelek bajaran, bi munasebeta 1'ê Îlonê Roja  Aştiyê ya Cîhanê, çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin. Di daxuyaniyên ku daxwaza aştiyê hatin qîrîn de, hat destnîşankirin ku aştî li ser bingeha maf û azadiyan pêk tê û banga têkoşîna hevpar a birêxistinkirî li hemû gelan hat kirin.
 
ÎHD: Pêwîst e ku pêşiya aştiyê bê vekirin
 
Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), bi munasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya bi sernavê “Mafê aştiyê mafekî mirovahiyê ye” hat weşandin de, ev peyam hat dayîn: “Em weke ÎHD’ê bawer dikin ku aştî li ser bingeha maf û azadiyan di bin her şert û mercî de û li her devera cîhanê pêk tê. Pirsgirêka bi milyonan koçber û penaberan ji ber polîtîkaya Rojhilata Navîn a li dijî kurdan hatiye pêşxistin, derketiye holê. Em bang dikin ku êdî dest ji înkara pirsgirêka kurd berdin. Divê tecrîda li dijî Abdullah Ocalan, girtiyên li Îmraliyê tên girtin û hemû girtiyan bi dawî bibe. Pêwîst e ku pêşiya aştiyê bê vekirin. Em ê weke ÎHD’ê ji bo ku li welat û tevahiya cîhanê aştî pêk were, emê têkoşîna xwe ya aştiyê dewam bikin.” 
 
TTB: Bê aştiyê tendirustî jî nabe
 
Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) jî, derbarê 1’ê Îlonê de, daxuyaniya bi sernavê “Aştî nebe, tenduristî jî nabe” parve kir û wiha got: “Yek ji hilweşandinên ku şer bi xwe re tîne îro gel li Afganîstanê dijî. Talîban, zarok û ciwanan bi îşkenceyên giran tevlî xwe dike. Li aliyê din jî hewl dide jinên li Afganîstanê dijîn hepsî malan bike û wan esîr bigire. Îro li tevahiya cîhanê pêdivî bi aştiyê heye. Bi çekkirina sivîlan, xwedîkirina hêzên paramîlîter û parastina tundiyê, ji bo tevahiya mirovahiyê xeteriyek mezin e. Em ji bîr nekin ku; Yên ku di şer û pevçûnan de winda dikin, her dem gel in. Ji bo tenduristiya civakî, ji bilî aştiyê tu alternatîfeke me tune ye. Cîhanek bê şer û kedxwarî, di destên me de ye, wê bi hevgirtinê were damezrandin.”
 
Li Wanê daxuyaniya 1'ê Îlonê
 
Endamên Şaxa ÎHD’ê ya Wanê, têkildarî 1’ê Îlonê, li avahiya xwe ya komeleyê daxuyanî dan çapemeniyê. Ji rêveberên komeleyê Serdar Çevîk, di daxuyaniyê de axivî û got: “Li welat, pirsgirêka mafên mirovan a herî girîng pirsgirêka gelê kurd e. Ji bo ku pirsgirêka mafên mirovan û demokrasiyê çareser bibe, divê pêvajoyek aştiyane bê destpêkirin û şer bê rawestandin. 
 
Dayikên Aştiyê li Êlihê civîna çapemeniyê li dar xistin
 
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê jî, li avahiya xwe derbarê rojê de, civîna çapemeniyê li dar xist. Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz a qeyûm tayînî cihê wê hat kirin û ji peywirê hat girtin, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Dayikên Aştiyê beşdarî civînê bûn. Endama Dayikên Aştiyê Sûltan Azboy, di civînê de axivî û wiha pê de çû: “Bi salane em li qadan banga aştiyê dikin. Her ku em dibêjin aştî, cenazeyên me bi ser me de tên. Êdî rewş wisa bûye, cenazeyên zarokên me bi kargoyan ji me re dişînin. Êrişên nijadperest li zarokên me tên kirin û tên qetilkirin. Di girtîgehan de, ji bo aştiyek bi rûmet bedena xwe bi greva birçîbûnê dane ber birçîbûnê. Ligel her tiştî em aştiyê dixwazin û em di aştiyê de bi israr in. Em cîhaneke ku êdî mirov lê jiyana xwe ji dest nedin, cenazeyên zarokan bi kargoyan ji malbatên wan re neyin şandin û ji ber zimanê xwe yê zikmakî qetilkirina mirovan naxwazin. Em cîhanek bê xwîn û mirin dixwazin. Ev jî bi aştiyek bi rûmet re pêkan e.” 
 
Daxuyanî piştî axaftinê, bi berzkirina tilîlî û lêxistina çepikan bi dawî. 
 
Daxuyaniya çapemeniyê ya li Hatayê 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îskenderûnê jî li Bazara Bîtê ya Berê daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenterê HDP’ê yê Mêrsînê Ridvan Tûran, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sîvîl tevlî daxuyaniyê bûn. Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Îskenderûnê Coşkûn Selçûk, daxuyanî xwend û wiha got: "Em dixwazin li welatekî ku aştî lê serdest e bijîn."
 
Ridvan, bal kişand ser pirsgirêka kurd û ev peyam da: “Mîna hikûmetên din ên ku nikarîbûn pirsgirêka kurd çareser bikin, ew hikûmet jî ji aliyê siyasî ve tên hilweşandin. Yên ku nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin, dikevin çopa dîrokê. Li Tirkiyeyê, dema dibêjin aştî, pirsgirêka gelê kurd tê bîra mirov. Ji ber ku pirsgirêka kurd nayê çareserkirin, krîzên li Tirkiyeyê her ku diçin kûrtir dibin. Divê pirsgirêka kurd bi şêweyek demokratîk, aştiyane û bi rûmet bê çareserkirin.”
 
KCD'ê li Amedê daxuyanî da 
 
Meclîsa Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî, bi munasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de, ev peyam hat dayîn: “Li dijî hemû êrişên dewletê, pêwîstî bi sekneke rêxistinkirî heye. Divê em li dijî êrîşên dewlet û pergala kapîtalîst, bi pîvanên rast ên tenduristî, aborî, ekolojîk, civakî û dîrokî tev bigerin, hesasiyeta civakî bi rêxistin bikin û qadên xwe yên birêxistinkirina jiyana nû ya azadiya jin a ekolojîk a demokratîk berfireh bikin.
 
Bi munasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, ji bo hemû civakan, siyasî, tenduristî û xweşiya di tenduristiyê de yek ji bingehên têkoşîna me ye. Divê bi dirûşma ‘civakek saxlem civakek azad e’ em tev bigerin, civakek bi saxlem ava bikin û têkoşîna xwe ya ber bi civakek azad ve mezin bikin.”
 
HDK'ê li Stenbolê daxuyanî da 
 
Desteya Rêveber a Kongreya Demokratîk a gelan (HDK) jî bi heman armancê daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got: “Em banga mezinkirina ruhê têkoşîna hevpar a li dijî şer, nîjadperestî û faşîzmê dikin. Desthilatdariya AKP û MHP’ê şer mezin dike. Gelên Tirkiyeyê û Kurdistanê yên ku bi dehan sal in berdêla demokrasî û azadiyê didin, îro dixwazin di bin zextên şer, dagirkerî, kedxwarî, rant û talanê de teslîm bigirin. Têkoşîna gelan a ji bo aştiyê pêwîstiya herî mezin e. Ji ber vê em banga têkoşîna hevpar a bi rêxistinkirî li hemû gelan dikin.”