ÎHD: Li Herêma Egeyê mafê 213 jinan hatiye binpêkirin

  • 16:33 1 Îlon 2021
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Li gorî daneyên 4 mehan a Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê li Herêma Egeyê 213 binpêkirinên mafên jinan pêk hatine. 
 
Komîsyona Mafên Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê rapora xwe ya binfekirina mafan a 4 mehan a sala 2021'ê aşkera kir. Komîsyon derbarê raporê de li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Metna daxuyaniyê ji hêla Cemîle Karakaya ve hat xwendin. 
 
Di raporê de wiha hat gotin: "Dane li gorî serlêdanan hatiye amadekirin. Di raporê de daneyên Aydin, Afyon, Balikesir, Mugla, Manîsa, Uşak, Burdur, Isparta, Denîzlî, Kutahya, Îzmîr jî heye. Rapor aîdê meha gulan-hezîran-tîrmeh-tebaxê ye. Li gorî daneyên me di nav 4 mehan de mafê 213 jinan hatiye binpêkirin. 
 
Li gorî Rêxistina Pêşketin û Hevkariya Aborî, di nava 129 welatan de Tirkiye di mijara cudakarî û şîdetê de di rêza 26’an de cih digire. Li Tirkiyeyê di 6 mehên îsal de 130 jin ji hêla meran ve hat qetilkirin. Her wiha li gorî rapora rêxistinê herî zêde jin ji hêla mêrên ku nêzî wan ve hatine kuştin. Piştî betalkirina Peymana Stenbolê 100'î jortir jin hatin kuştin. Di adara 2020'ê de ji ber pandemiyê qedexeya derketinê li derve hat destpêkirin û di vê demê de bêtir jin bi şîdetê re rûbirû man.
 
Em daxwazên xwe wiha rêz dikin; 
 
*Ji bo parastina jinê divê qanûn bên sererastkirin. 
 
*Di mirina jinan de divê lêkolîneke baş bê kirin. 
 
*Li şûna ku bêjin întîxar divê mijar bê lêkolînkirin. 
 
*Darizandineke adilane divê pêk bê. 
 
*Cezayên kujeran divê neyên kêmkirin. 
 
*Di qada xebatê de divê heqdesteke wekhev hebe. 
 
*Ji bo zêdekirina stargehan divê xebat bên kirin. 
 
*Li girtîgehan divê pêkanînên kêyfî ji holê bên rakirin. 
 
*Girtiyên nexweş divê bên tedawîkirin. 
 
*Li hemberî penaberên jin divê êrişên nîjadî pêk neyên. 
 
*Xebateke bi ewle divê bê pêşxistin. 
 
*Divê jin bên parastin. 
 
Daneyên ku di raporê de cih girtine jî wiha ne; 
 
*4 jin winda ne 
 
*9 bûyerên tehdît û heqaretê 
 
*22 jin hatin kuştin 
 
*51 jin ketin tora fihûşê 
 
*2 kes bi mirinê re rûbirû man
 
*Wezîfedarên dewletê mudaxaleyê 11 bûyerên wekî taciz û êrişê nekirin
 
*8 mirinên bi guman 
 
*2 jin ji ber cil û bergên xwe bi êrişê re rûbirû man
 
*Zarokek ducanî ma 
 
*35 jin bi şîdetê re rûbirû ma û lêdan xwar 
 
*7 zarok bi êrişa zayendî re rûbirû ma
 
*Zarokek ket tora fihûşê
 
*7 jin bi tacizê re rûbirû ma."