Mîtînga Wanê dest pê kir: Dê aştî jinan bide jiyîn

  • 15:36 1 Îlon 2021
  • Rojane
 
WAN - Jin bi kincên xwe yên kurdî, bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" û bi pankarta "Jin bi aştiyê dijîn" ketin qada mîtîngê. 
 
Mîtinga ji bo 1'ê Îlonê ya Roja Aştiyê ya Cîhanê ya bi dirûşma "Aştî dide jiyîn" bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk   (DBP) û Rêxistina Wanê dê li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter bê  lidarxistin bi meşa jinan dest pê kir.  Welatî ji sê aliyan derbasî qada mîtingê dibin. Piştî lêgerînê welatî derbasî qadê bûn. 
 
Jin bi meşê derbasî qadê bûn
 
Li qada mîtîngê pankartên "Ji bo aştiya civakî ji tecrîdê re bibêje na","Jin bi aştiyê dijîn" hatin daliqandin. Jinan bi pankarta "Jin bi aştiyê dijîn" û bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" derbasî qadê dibin. Her wiha ketina jinan a bi kincên kurdî ya qadê didome. 
 
Dê di mîtingê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir biaxivin.