Çalakvana Kurd Aziza Nasserî bi kefaletê hat berdan

  • 14:55 1 Îlon 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor ragihandina çapemeniya mafê mirovan hat diyarkirin ku rayedarên Îranê çalakvana Kurd Aziza Nasserî bi kefaletê ji bo demekê ji zindana Urmiyeyê berdane.
 
Li gorî tora Kurdistanê ya mafên mirovan, di 31'ê Tebaxê de piştê mehek di girtîgehê de ma rayedarên Îranê çalakvana Kurd Aziza Nasserî bi kefaletê ji bo demekê ji zindana Urmiyeyê berdan.
 
Hat diyarkirin ku Aziza Nasserî di 27'ê Tîrmehê de ji hêla îstîxbarata Îranê ve hatibû girtin û bi tewana "Tevgera li dijî ewlehiya neteweyî bi hevkariya partiyek dijber re" hat girtin û li gorî çapemeniyê Aziza Nasserî di 26'ê Tebaxê de, piştî mehekê girtin û lêpirsînê veguhestine beşa jinan a Girtîgeha Navendî û bi kefaleta 200 milyon tûman (diravê Îranê) heta roja dadgehê hat berdan.