Derbarê nûçegîhana me lêpirsîn hat destpêkirin

  • 14:15 1 Îlon 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Bi hinceta parvekirinên li ser qetilkirina 7 kesên ji malbata Dedeogullari yên nûçegîhana me Oznur Deger bi sûcê "Teşwîqkirina gel a kîn û dijminatiyê, biçûkxistin" lêpirsîn derbarê Oznurê hat destpêkirin. 
 
Ji aliyê Serdozgeriya Qoserê ve têkildarî nûçegîhana me  Oznur Deger bi hinceta "Teşwîqkirina gel a kîn û dijminatiyê, biçûkxistin" lêpirsîn hat destpêkirin. Ji Oznura îro îfade da pirsên li ser parvekirinên medyaya dijîtal ên têkildarî qetilkirina 7 kesên ji malbata Dedeogullari hat pirsîn. Nûçeyên Oznurê parve kir sûc hatin hesibandin. 
 
Parvekirina 'Ez jî kurd im' sûc hat hesibandin
 
Hinek parvekinên Oznurê yên wekî sûc hatin hesibandin wiha ne:"Ez jî kurd im","Ne hisûmet 'êrişa nîjadperestî'","Ne kuştin qetilkirin e","Li Konyayê kurdan qetil dikin","Ji şewitandina daristanan kurd berpirs tên dîtin. Ji ber hemû neyîniyên li welat kurdan dikin hedef. Yek kes jî dernakeve nabêje 'Li vî welatî ji ber kurd kurd in ji aliyê tirkên faşîst ve tên qetilkirin."
 
Oznurê diyar kir parvekirinên wê kirine di çarçoveya azadiya îfadeyê de hatine kirin û sûcên li wê hatin kirin qebûl nekir.