Destûr nedan ku Ayşe Gokkan bê ser cenazeyê dayika xwe

  • 13:20 1 Îlon 2021
  • Rojane
 
RIHA - Dayika Berdevka Demê ya TJA'yê Ayşe Gokkan, Lutfiye Gokkan li Rihayê bi girseyî hat definkirin.
 
Duh Dayika Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a girtî, Lutfiye Gokkan jiyana xwe ji dest da û îro li Rihayê hat definkirin. Ligel serlêdana parêzeran Ayşe Gokkan neanîn merasîma cenazeya dayika wê. 
 
Cenaze di saetên serê sibê de ji Nexweşxaneya Zanîngeha Lêkolîn û Perwerdê ya Harranê hat wergertin û bi konvoyekê anîn gundê wê Kulunçe yê Pirsûsa Rihayê. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel, Ayşe Surucu, Omer Ocalan, endam û rêveberên MED TUHAD-FED'ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, malbata Ayşe Gokkan û bi sedan kes beşdarî merasîmê bûn. 
 
Cenazeyê Lutfiye ligel zêmaran hat definkirin. Piştî merasîma cenaze, kesên ku hatibûn ji bo sersaxiyê derbasî mala Lutfiyeyê bûn. 
 
Her wiha parêzeran ji bo Ayşe Gokkan beşdarî cenazeyê dayika xwe bibe serî li dozgeriya Amedê dan. Lê heta niha tu bersivek nehatiye dayîn.