Amedî dê di 4'ê Îlonê de aştiyê biqêrin

  • 12:55 1 Îlon 2021
  • Rojane
 
AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li dijî hewldana astengkirina mîtînga “Niha dema qêrîna aştiyê ye” wê 4'ê Îlonê were kirin helwest nîşan da û bang li gel kir ku dê heman rojê bi girseyî li qadan bin. 
 
Platforma Ked û Demokrasiyê têkilî mîtînga girseyî ku 4'ê îlonê ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanî wê were kirin li avahiya Şûbeya 1'ê ya Egîtîm Senê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Daxuyanî ji hêla Sekretera Şûbeya Amedê ya Odeya Endezyarên Makîneyan (MMO) a Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMO) Arîn Zumrut ve hat xwendin.
 
Zumrut diyar kir wan Platforma Demokrasiyê ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanî pêşwazî bikin serî li saziyên hewce dane lê mîtînga wan hatiye betalkirin. Li dijî betalkirina mîtîngê Zumrut helwest nîşan da û got: ''Hincetên burokratîk ji bo destwerdana li mîtîngekê, ji bo betalkirinê bes in?''
 
Zumrut li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê û pêkhateyên bajêr bangên aştiyê ya ji bo 4'ê Îlonê dubare kir û wiha axivî: ''Ev mafê me yê yasayî û demokratîk e. Em dixwazin bibêjin biryara li ser betalkirina mîtîngê ne rast e, divê dengê civakê û daxwaza wê ya li aştiyê neyê astengkirin.''
 
Li ser navê Komîteya Amedekar Mehmet Ceylan jî axivî, bi dirûmeya ''Niha dema qêrîna aştiyê ye" bang li hemû şêniyên Amedê kir ku di 4'ê Îlonê saet 16:00'an de li ber ACZ plazê kom bibin, tevlî daxuyaniya çapemeniyê ya girseyî bibin.