'Di 5'ê Îlonê de em ê li Qada Bazarê ya Bakirkoyê bin'

  • 12:30 1 Îlon 2021
  • Rojane
STENBOL - Komîtiya tertîpê ya bertek nîşanî qedexekirina Mîtinga Aştiyê ya berê hatibû erêkirin da diyar kir dê di 5'ê Îlonê de li Qada Bazarê ya Bakirkoyê bin.
 
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê bi dirûşma “Li dijî cihêkariyê wekhevî, li dijî şer aştî, li dijî nijadperestiyê yekîtiya gelan” di 5’ê îlonê de li Qada Bazarê ya Bakirkoyê mitînga aştiyê li dar bixista. Komîteya Amedekar ji bo destûra mitîngê serî li Walîtiya Stenbolê da. Walîtiyê destûra lidarxistina mitîngê neda û qedexe kir. Walîtiyê îdia kir ku divê mitînga 1’ê Îlonê di roja wê de were lidarxistin. 
 
Komîteya Amedakar a Mitîngê têkildarî qedexekirina mitîngê daxuyaniyek nivîskî weşand û bertek nîşanî biryara qedexekirinê da û destnîşan kir ku amadekariyên wan ên mitîngê berdewam dikin, ew biryara kêfî û nehiqûqî nas nakin û wê di 5’ê îlonê de li Qada Bazarê ya Bakirkoyê bin. Komîteya Amadekar diyar kir ku walîtiyê ewilî destûr daye û pişt re jî biryara qedexekirinê derxistiye û ew biryara walîtiyê nas nakin.