Li Mexmûrê koma 130'an greva birçîbûnê dewr girt

  • 11:12 1 Îlon 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, îro bi tevlîbûna girseya gel koma 130’an çalakî dewir girt. 
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ku 258 roj in bi awayek biryardarî berdewam dike îro bi tevlîbûna girseya gel koma 130’an berxwedan dewir girt. Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
 
Li ser navê koma 129’an Hazim Şirnex axivî û got: "1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li Rêber Apo û gelê amade pîroz dikim. Gelê me dizane ku 8 meh in pêngava 'Dem dema azadiyeyê' ji bo azadiya fizîkî ya rêbertî bi hemû lez û baweriyek mezin berdewam dike. Li kêleka wê li hember dagirkeriyê li çiyayên Kurdistanê berxwedanek mezin heye û heta negihije armanca xwe ya esasî wê berdewam bike.
 
Îro roja aştiya cîhanê ye. Dewletên zilmhêz yên cîhanê û Rojhilata Navîn tu projeyên wan ji bo aştiya cîhanê û yekitiya gelan tuneye. Her roj kom dibin û ji bo têkbirina tevgera azadî û teslîmgirtina Gelê Kurd li hev dikin, bi ser nakevin. Ji ber wê bi ser hêz û fikra Serok Apo de tên. Ji ber ku rêbertiya me aştîxwaze mirovheze û yekitiya gelan diparêze. Wê li hember hemû êriş û zextên dijmin li rexmê dayîna gelek bedelên giran em ê li ber xwe bidin û serbikevin.’"
 
Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana zîndanan" bi dawî bû.