Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi berga 'Ji bo aştiyê şoreşa jinê ya cîhanê' derket

  • 11:12 1 Îlon 2021
  • Rojane
STENBOL - Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi munasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi berga "Ji bo aştiyê şoreşa jinê ya cîhanê" derket.
 
Di hejmara nû ya Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê ya bi munasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi berga "Ji bo aştiyê şoreşa jinê ya cîhanê" derket de li ser mijara sîstema jinê ya azadiyê ya li dijî şerê sîstemên desthilatdar ên mêr derdixin hat sekinandin. 
 
Di hejmara Pêveka Jinê de nivîsên Gulîstan Kiliç Koçyigit: "Em ne mehkûm in em ne mecbûr in bila niha aştî pêk bê", Sema Çaglak: "Dayikên Aştiyê "Bila çek bisekinin şer bisekine", Zeynep Altinkaynak "Ez jin im ez hişyar bûm... Hulya Osmanagaoglu "Femînîzm û serêxwegirtin" Nur Meç "Tahakkuma li ser mirov û xwezayê ji heman cawî ne", Femînîzma bi baviksalariya li Hîndistanê rû bi rû dimîne (werger) Julie Bindel "Li dijî şer em ji bo femînîzmê man" (werger) hatin weşandin.