Besnaya ku 28 sal in bi tundiyê re rûbirû dimîne bang li saziyên jinan kir

  • 09:05 1 Îlon 2021
  • Rojane
Rojda Aydin 
 
ŞIRNEX -  Li Şirnexê Tamer Ceylan, tundî li jina pêre hatibû zewicdandin Besna Ceylan kir û ava kelandî bi bedena wê dakir. Besnaya ku 28 sal in bi tundiyê re rûbirû dimîne banga alîkariyê kir û got: "Jinên ku rastî tundiyê tên bila bêdeng nebînin û dengê xwe bilind bikin. Ez naxwazim ku êdî jin bimirin.”  
 
Li taxa Gundogdû ya navenda Şirnexê Tamer Ceylan tundî li jina pê re hat zewicandin Besna Ceylan kir. Li gorî agahiyên hatin wergirtin, di navbera Tamer û Besna Ceylan de nîqaş derketiye û dema nîqaşê Tamer Ceylan ava kelandî bi ser Besna Ceylan dakiriye û wê şewitandiye. Rexmî vê tundiya lê hatiye kirin jî Besna heta 12 saetan nikaribûye biçe nexweşxaneyê û piştî ku xizmên wê hatine mala wê ew rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Piştî tedawiya li vir Besna ji nexweşxaneyê tabûrcî kirine û giliyê Tamer Ceylan kiriye. Li ser giliyê Tamer Ceylan hat binçavkirin û piştî ku îfadeya wî li Miduriyeta Polisan a Şirnexê hat girtin  hat berdan. 
 
Malbata Besnayê êrîşê Tamer û malbata wî kir. Di encama êrîşê de Tamer û biraziyê wî Orhan Ceylan bi giranî birîndar bûn. Du birayên Besna, Mustafa û Kamîl bi hinceta Tamer darp kirine hatin binçavkirin. Besna ya ku rastî tundiyê hat, tiştên jiya ji ajansa me re got û bang li saziyên jinan kir ku alîkariya wê bikin.
 
‘Ava kelandî ser min de rijand’
 
Besna, da zanîn ku bûyer beriya du rojan êvarê saet 21.00’an de qewimiye û wiha behsa bûyerê kir: “Beriya du rojan mamê min jiyana xwe ji dest da. Ez jî çûbûn şîna wî û êvarê vegeriyam malê. Min 6 caran çay dem kir ji bo ku hevjînê min vexwe. Lê belê venexwar. Piştre keça min çayê bir xwarê ji bo ku bavê wê vexwe. Carekedin çay venexwar û di navbera wan de nîqaş derket. Piştre keça min hat malê û pey wê re hevjînê min hat. Pirsa keça min kir û min got odê ye. Ji min re got ‘ez ê vê malê li te bikim zindan.’ Di serî de kulmek keça min de da min tiştek negot. Piştre lalîk avêt keça min û min dîsa tiştek negot. Dema çetel girt destê xwe ez li dijî wî derketim. Min ji wî pirsî çima wisa dike û ji min re dîsa got ‘ez ê vî malê li te bikim zindan.’ Keça min odeya xwe bû û ez jî li ber deriyê odeya wê bûm û piştre min li hevjînê min bû. Bi carekê ava keladî berê pişta min da. Bûyer êvarê saet 21.00’an de pêk hat û heta roja din saet 12.00’an kesekî min nebir nexweşxaneyê. Hevjînê min jî çû dikanê de rûnişt. Malbata hevjînê min alîkariya min nekir û piştgûh kirin. Piştre min malbata xwe geriya û ew hatin min birin nexweşxaneyê. Gelek cihên bedena min şewitiye. Piştî bûyerê di navbera malbata min û ya wî de nîqaş derket.”
 
28 sal in tûndiyê re rûbirû maye
 
Besnayê ku 28 sal in bi tundiyê re rûbirû dimîne wiha axivî: "Tim tundiyê li min dikir. Ji ber tundiyê çavê min reş dibûn û serê min şikand. Carekê jî kêrê avête min û serê birûya min ket. Hîn şopa wê kêrê heye. Ev tundî tu carî bi dawî nebû û herî dawî ava kelandî ser min de rijand. Keça min got polîs bigerin. Min destûrê neda. Min got belkî malbata hevjîna min werin alîkariya min. Lê belê heya roja din sae 12.00’an deng ji kesekê derneket. Ez çûm emniyetê û derbarê Temer Ceylan de serlêdana sûc kir. Ez ê heta dawiyê pey vê dozê bim. Ji bo jinek din rastî tundiyê neyê ez ê êdî bêdeng nebînim. Ne bi tenê min, tundiyê keça min jî dikir. Ji ber ev demek dirêje tundiyê dibînim carna qrîz derbas dikim û dixerikim. Hevjînê min ji birayê min re gotiye min ê avê ne wê keça xwe bikira. Tu ji keça min çi dixwazî.”
 
Bang saziyên jinan kir
 
Besna, herî dawiyê bang li saziyên mafê mirovan û jinan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pergalla mêrên baviksalar bi tundî û komkujiya ku dikin ve dixwazin jinê tune bikin. 28 sal in bi tundiyê re rûbirû me. Min digot wê rojek sererast bibe, ji ber vê yekê dengê xwe dernexist. Lê belê ez êdî bêdeng nabînim. Dixwaze min bikûje? Ez şewitîm bila tu jinekê din neşewite. Bila tu jin li hemberê tundiyê bêdeng nebîne. Divê jin û dayik neyên qetilkirin. Banga mi ji saziyên jinan xwedî min derbikevin. Min ji vê mêrê giliyan kir û heta dawiyê pey vê dozê me. Ez nemirin û ez ê heta dawiyê li ber xwe bidim. Êdî bila jin nemirin. Min serlêdana sûc kir, lê dewlet tiştek nake. Ji ber ku bêedaletî heye. Ji ber vê yekê ji jinan alîkariyê dixwazim. Bila edalet cihê xwe bibîne.”