Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Divê aştî bê mayîndekirin

  • 09:03 1 Îlon 2021
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Parlamentera HDP'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir pergala navneteweyî li Rojhilata Navîn ji bo berjewendiyên xwe, mirov, xweza, nirxên mirovahî xistiye bin lingan û got: "Di hedefa Tirkiyeyê de jî jin û destkeftiyên kurdan hene û nêrîna desthilatdariyê bi ya Talîban re wek heve. Lê li dijî hesabên desthilatdariyên emperyalîst jin dê rêxistinbûna xwe xurt bikin." 
 
Îro 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ye û ji bo pêkanîna aştiyeke mayînde îro li gelek deverên cîhanê gel dadikevin qadan çalakiyên cuda li dar dixin. Ligel rewşa siyasî ya li Rojhilata Navîn, gelên bindest ên li ser vê axê dijîn li hemberî her cûreyên zext û zordariyê li qadan daxwazên xwe yên aştiyê tînin ziman.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser polîtîkayên ku li hemberî Rojhilata Navîn tê meşandin. Derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî.
 
'Ji bo berjewendiyên DYA’yê Talîban hat rêxistinkirin'
 
Gulîstanê bi lêv kir ku pêvajoya bi çekgirtina li dijî SSCB ya ji aliyê DYA’yê ve rêxistinên oldar radîlkal ya li Afganîstanê di salên şerê sar de, hatiye destpêkirin hîna didome û ji êrîşên 11’ê îlonê (2001) şûnde pêvajo hîn bêtir sor bûye. Gulîstanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî ku DYA bi salan li wir ma tiştek neguherî. Hikûmetek di bin çavderiya DYA’yê de hebû û bi nelêrêtiyê navdar bû. Em behsa civakek bi birçîbûnê re têdkoşiya dikin. Di 2020’an de pêvajoya muzakera bi Donalt Trump dest pê kir û herî dawî bi lez biryar girtin ku ji Afganîstanê derkevin. Welatiyên Afganîstanê bi taybet yên li Kabîlê dijîn ji aliyê Talîban ve hatin dorpêçkirin. Bi lez paytext jî têde ketin. Em dibînin ku hêzên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe ji aliyê derdorên radîkal ve tên rêxistin kirin. Ev rêxistin ne tenê Talîban, DAIŞ û El Kaîde jî ye. Bêguman êşa wê jî jinên Afgan dijîn.”
 
‘Her windabûna maf wê sûcê navneteweyî be’
 
Gulîstanê destnîşan kir ku piştî dagirkirina Talîban jin ditirsin û wiha bi lêv kir: “Talîban ji bo xwe rewa bike û bide nasîn hinek peyamên nerm bide jî di dîmenan de xuya dike ku rastî ne wisa ye û di sedsala 21’ê de şertên jiyanê bi taybet li jinan û civakê ferz dike. Rêxistineke ku bi qasî ku wêneyên jinan yên kolanê boyax dike, radîkale. Di vir de yek ruyê mijarê Talîbane û yê din jî DYA û sermaya navneteweyî ye. Li Afganîstanê di qetilkirina her jinekê de berpirsyariya van heye. Ne DYA ne NATO ne jî hêzên navneteweyî nikarin xwe xilas bikin. Her windabûna maf sûcê pergala navneteweyî ye.”
 
‘Em serdema navîn bi teşeyên cuda dijîn’
 
Gulîstanê, da zanîn ku ku Pergala navneteweyî li Rojhilata Navîn ji bo berjewendiyên xwe, mirov, xweza, nirxên mirovahî xistiye bin lingan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Moderntîteya kapîtalîst jî ev bixwe ye. Di pandemiyê de jî di şerê Vîetnamê de jî, dema bombeya atomê teqya û li Şengalê jî me ev dît. Di sedsala 21’ê de êzidî ji ber baweriya xwe rastî zilma DAIŞ’ê tên. Li navîna Musulê jin û zarokên kurd hatin firotin. Heta em dibînin ku li Dîlok û Hatayê yên bazirganiya vê dikin hene. Hovîtî li Serdema Navîn nemaye. Em îro Serdema Navîn bi teşeyên cuda dijîn.”
 
‘Mijar rêxistinbûna xweser a gel e’
 
Gulîstanê daxuyakirin ku li Afganîstanê ji ber ku ji civak, rêxistinbûna xweser a jinan re, sazbûneke ku pêşengiyê dike tune, îro di zorê de ne û wiha bi lêv kir: “Dema DAIŞ’ê êrîşê Kobanê kir, gel û jinan rêxistinbûna xwe kiribûn. Welatên statuko yên herêmê û hêzên navneteweyî xwe ferz dikin lê li dijî vê civak çi dike? Mîna Şoreşa Rojava gelek girîng e. Ewil welatên koalîsyon jî piştgirî nedan. Tayyîp Erdogan li bendê ketina Kobanê bû lê gelê wir û jinan bi biryarek mezin  xwe parastin. Hinek wê bixwazin îdeolojiya xwe ya paşverû li ser civakan ferz bikin. Mijar eve, yên ji civakê re pêşengiyê dikin divê bên gel hev û li dijî vê pergala paşverû têbikoşin. An jî kes nikare rizgariya kesî bike.”
 
'Tirkiye destkeftiya jin û kurdan hedef digire’ 
 
Gulîstanê destnîşan kir ku Tirkiye bi polîtîkayên nû yên Osmanî hewl dide naqokiya welatên herêmê gur bike û ev bi mînaka mudaxaleya Lîbya û Sûriyê xwe dide der. Gulîstanê her wiha ev tişt daxuyand: “Tirkiyê di şerê Sûriyê de OSO fînanse kir û piştre li Lîbyayê xist şer. Tirkiye şer li hember kurdan dimeşîne û li Afganîtsanê jî di esasê de ji ber vê sedemê li wir e. Naxwaze kurd û jin bibin xwedî statu. Dijminahiya wê ya li hember kurdan, dike parçeyeke şerên herêmî jî. Tirkiye, dibêje ku bi rêxistina çavsor û barbar ya di lîsteya torê de ye, pirsgirêka wan tune. Lê ligel me kurdan DAIŞ têk bir û derbarê Tirkiyeyê de tu niyetek wan ya xerab tune. Gelê wir dibêje em dixwazin li Sûriyeyê li ser axa xwe azad bin. Tenê vê dibêjin. Lê Tirkiyeyê ji ber vê tiştê ku nema kir.”
 
'Fikra AKP’ê bi Talîban re 
 
Gulîstanê bi lêv kir ku fikra desthilatdariya AKP’ê bi Talîban re hemane û ev nirxandin kir: “Berxwedana kurdan û HDP’ê tunebûna wê AKP’ê jî şerîat îlan bikira. AKP dixwaze bibe hêza herêmî. Ne tenê li Rojava, li Başûr li hember kurdan mudaxaleyên cidî dike. Dixwaze wir jî tune bike. Li van deran herî zêde jin mexdur bûn. Di şerê Sûriyeyê de mîlyar Sûriyeyî hatin û piranî jin û zarok bûn. Niha rastî lîncê tên. Divê mafê jinan bê dayîn, pêşiya çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd bê vekirin. Tirkiye wisa bidome wê DAIŞ û Talîban li Tirkiyeyê jî bi bandor bin û rîska ku Tirkiye bibe Pakîstan jî heye.”
 
'Divê jin zextê li welatên xwe bikin'
 
Gulîstanê dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir: “Li dijî hesabên desthilatdariyên emperyalîst wê rêxistina jinan bidome. Divê aştî hem li herêmê û hem li Rojhilata Navîn pêk bê. Divê em aştiyê rêxistin bikin û mayînde bikin. Ji bo me jinan aştî wek av û nan nirx e. Ji ber jiyana me girêdayê vê ye.  Divê em jin li her welatî dengê jinên Afgan bidin bihistin. Divê em bang li welatên xwe bikin. Divê tu car Talîban nas nekin. Aştî, bedeldayîn, hatina gel hev, anîna gel hev a kedê hewce dike. Ger ev pêk bê em ê çekên destê baronên şer ji dest bigirin.”