TJA'yê ji bo Ayşe Gokkan sersaxî xwest

  • 16:43 31 Tebax 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TJA'yê ji bo Berdevka Demê ya TJA'yê Ayşe Gokkan a girtî ya ku dayika wê Lutfiye Gokkan jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê weşand. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo Berdevka Demê ya TJA'yê Ayşe Gokkan a girtî ya ku dayika wê Lutfiye Gokkan jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê weşand. 
 
TJA'yê li ser platforma medyaya dîjîtal ev peyam parve kir:
 
"Dayika berdevka me Ayşe Gokkan, Lutfiye Gokkan jiyana xwe ji dest da. Em ji ber wefata dayika me Lutfiye gelekî xemgîn in. Em di serî de ji rêhevala xwe Ayşe Gokkan û ji malbata wê her wiha ji gelê kurd sersaxiyê dixwazin. Bila mekanê wê bihuşt be."