TJA: Em ê xwedî li aştiyeke bi rûmet derkevin

  • 16:30 31 Tebax 2021
  • Rojane
 
AMED - Bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê TJA peyamek weşand û di peyamê de wiha hat got: "Daxwaza me ya jiyana azad ku tê xwestin di tarîtiya tecrîdê de bê fetisandin, em ê bi hêza xwe ya rêxistinkirî pêk bînin û bi nasnameya xwe ya înşakirina aştiyeke bi rûmet xwedî lê derkevin."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê peyamek weşand. Di peyamê de bal kişandin ser tecrîd û şer û gotin dê xwedî li aştiyeke bi rûmet derkevin. 
 
Di peyamê de wiha hat gotin: "Pergala aştiyê ya jinan li hemberî şerê her roja ku derbas dibe pêşdikeve. Di destê mêrên serdest de çend çek hebin jî jin di dilê xwe de her tim hêviya aştiyê mezin kiriye. Li dijî tecrîd, şer, zayendperestî û nîjadiyê jin her tim aştiyê biqirê."
 
Em xwedî li daxwaza xwe ya jiyana azad derdikevin
 
Em jin bi zanebûna ku mexdûrên herî mezin ê şer in tevdigerin û bi berpirsiyariya rêxistinkirinê îro jî wekî her carê qadan tijî dikin.  Daxwaza me ya jiyana azad ku tê xwestin di tarîtiya tecrîdê de bê fetisandin, em ê bi hêza xwe ya rêxistinkirî pêk bînin û bi nasnameya xwe ya înşakirina aştiyeke bi rûmet xwedî lê derkevin...