Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî ji bo Ferda Cemîloglu peyam weşand

  • 15:49 31 Tebax 2021
  • Rojane
 
AMED - Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî ji bo Karsaza kurd Ferda Cemîloglû ya jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê weşand. 
 
Karsaza kurd Ferda Cemîloglû ku li Stenbolê li nexweşxaneyekê dihat dermankirin vê sibehê jiyana xwe ji dest da. Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî ji bo Karsaza kurd Ferda Cemîloglû ya jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê weşand. Di peyama sersaxiyê de hat gotin:" Em soz didin Ferda û hemû xebatkarên jinên kurd ku em ê vê têkoşînê bigêhînin merhaleya yekîtiya kurdan."
 
Di berdewamiya peyamê de wiha hat gotin:
 
"Endama Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî Ferda Cemiloglu mixabin çû ser dilovaniya xwe, keda wê ya ji bo Yekîtiya Jinên Kurd û netewa kurd tu car nayê jibîrkirin. Em ê li ser rêya rewşenbîr Ferda Cemiloglu bimeşin. Serê jinên kurd û gelê kurd sax be. 
 
Ferda Cemiloglu ji malbatek kurd a qedirbilind, ji malbata Cemil Paşa bû. Ferda jî wek malbata xwe di nav têkoşîna Kurdistanê de her dem cih girtiye. Di vê dawiyê de jî di nav Platforma Yekîtiya Jinên Kurd de cih girtibû û heta dawiya emrê xwe ji bo yekîtiya kurdan û azadiya jinên kurd xebat da meşandin. 
 
Em wek Platforma Yekîtiya Jinên Kurd ji bo vê çûyina bê wext pir xemgîn in, em soz didin Ferda û hemû xebatkarên jinên kurd ku em ê vê têkoşînê bigêhînin merhaleya yekîtiya kurdan. 
 
Ji bo gelê kurd em dîsa sersaxiyê dixwazin."