Wan ji mîtînga 'Aştî dide jiyîn' re amade ye

  • 15:44 31 Tebax 2021
  • Rojane
 
WAN - Amadekariyên mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya ku wê sibê li Wanê bê lidarxistin, temam bûn. 
 
Amadekariyên mîtînga ku wê sibê bi dirûşma "Aştî dide jiyîn" ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ve li Wanê bê lidarxistin, temam bûn. Ji bo mîtînga ku Platforma Ked û Demokrasiyê jî piştgiriya wê dikin, îro li kolanên Cûmhûriyet û Mereşê û Kuçeya Hunerê yên navçeya Rêya Armûşê belavok hatin belavkirin. Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarîsaç û partiyî welatiyan vexwendin mîtîngê. 
 
Li aliyê din li bajarên herêmê jî ji bo beşdariya mîtîngê belavok hatin belavkirin. 
 
Wê mitîng sibê saet di 15.00'an de bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li Parqa Mûsa Anter bê lidarxistin. Xebatên teknîkî yên ji bo mitîngê jî bi dawî bûn.